Civak

Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdane ji bo me hemûyan e

Bi minasebeta salvegera şehîdkirina keça Kurd leyla Qasim serok barzanî daxûyaniyek ji bo raya Giştî ya Kurdistanê ragihand.Leyla Qasim ji berî niha 45 salan ji bo kar û xebata wê ya Kurdistanî ji aliyê rejima Beesa Faşîst ve hate darvekirin.

Daxûyanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro çil û pênc sal li ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wî da derbas dibe. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn û azadîxwazî û bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîd kirin. Leyla mînakeke bilinda keça Kurd û mirovê Kurde ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celladan nizm nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdane ji bo me hemûyan. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan selmand ku wefadariya ji bo Kurdistanê li ser rûyê hemû tişteke û mirina serbilindane pir bihatire ji jiyana bindestî.

Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê…

Mesûd Barzanî
12.05.2019

Back to top button