Civak
Serok Barzani daxûyaniyek ji bo Meha Remezanê ragihand
Serok Barzani bi minasebeta hatina meha Remezanê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniya Barzani :
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
– Sadaq allah al azîm-
Bi helkefta hatina meha remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina meha pir bereket û dilovaniya remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
30 Şe’ban 1440 koçî
05.05.2019 zayînî