Polîtîk

Partiya Refahê kongreya Diyarbekirê lidarxist

Ji Nûve Partiya Refahê kongreyê xwe yê şaxa Diyarbekirê pêkanî.

Serokê Partiya Refah a nû Fatih Erbakan di kongreyê de axaftinek kir. Erbakan da xûyakirin ku, ew ne wek partiyên din yên muxalefetêne. Partiyên muxalefetê dibêjin: Bile hukumeta niha herê çi dibe bila bibe. Lê em dibêjin: Bila pirsgirêkên heyîn bêne çareserkirin kî çareser bike bila bike.

Di kongreya Partiya Refahê de gelek berpirsên partiyê yên ku berê wezîr bûn amade bûn.
Ji nûve Partiya Refahê ji aliyê kurê Necmettin Erbakan, Fatih Erbakan ve hatiye damezirandin. Wek tê zanin serokwezîrê berê Necmettin Erdogan herî dawî serokatiya Partiya Refahê kir . AKP, Partiya Sadetê hemû di bin banê Partiya Refahê de bûn.
Niha jî kurê Erbekan xwe nêzikî AKPê û Erdogan dike.

Back to top button