Polîtîk

Berbijêrên Kurdistanî berdewamî propaganda xwe dikin

M. Feyyaz Ekmenî, îro Batman hejand

Roja 23ê Adarê Namzetê Serbixwe yê Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, digel komîsyona hilbijartinê li gelek cihên cuda cuda deng veda û rastî elaqeyeke mezin hat.

Îro Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi xebata xwe ya hilbijartinê Batman hejand.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 23yê Adarê, digel Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz Ekmenî, Cîgirê serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Serokê PAK Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr bi şandekê ra, li caddeya Bankalarê, Caddeya 1emîn û Caddeya Balikçılarê, çûn zîyareta esnafan û belavok belav kirin.

Herwiha, li ber Parka Ataturkê stand danîn. Bi stranên kurdî, bi propagandaya zindî bi kurdî xebatên xwe dom kirin.

Batmanîyan elaqayaka germ nîşan dan. Bi taybet Cîgirê Serokê Giştî Kasim Ergun, bi axaftina xwe ya Kurdîstanî û bi kurdî Batman hejand û tesîreke erênî li derdora kesên nêzî standê kir.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci,  Hidayet Fidan roja (23.03.2019) li  Pasûr, Lîce û Karazê,  li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd ,  li esanafan û xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartınê ve di nav bajêr de bikind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.Gel û esnafên Pasûr, Lîce û Karazê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Back to top button