Cundiyanî: PDK dê heta destpêka meha nîsanê li benda YNKê bimîne
Cundiyanî dê bêje: ”Hizba A yn B îtîrafê pê bike yan na ev tiştek dine, lê belê hemû cîhan dizane û îtîraf dike ku kak Mesûd êkane serokê bêrikaber û bi karîzmaye li Kurdistanê ku heta niha maye. Ez nizanim piştî 10-15 salên din kî dihêt û diçe ev cudaye, lê belê Partî Birayê mezin e û kak Mesûd jî êknae serokê karîzam û bêkirabere niha li Kurdistanê.”Azad Cundiyanî serkirdeyê berê yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hevpeyvîneka xwe da digel radyoya Dengê Amerîka behsa rewşa başûrê Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, li Herêma Kudistanê kes nikare duîdareyîyê ava û dirust bike.
Bi tenê welatên cîran dikairn wê yekê bikin. Îran dixwaze baxçeyekê timam vekirî li Silêmnaiyê hebe, YNK bi agadariya Îranê daxwaz û şertên xwe yên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde dike.Li gor Cundiyanî eger heta 01.04.2019ê YNK her bi vî awayî berdewam be, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dê li xwe vegere û dê YNKê li paş, li derve, bihêle û dê wan wezaretên ji bo pişka YNK destnîşan kirine yan dê vala bihêle yan jî dê bi wekalet birêve bibe ku ev jî ji bo Yekêtiyê dê xeter be, ji ber hindê divê YNK di nava van10 rojan da xwe safî bike û girêyên xwe yên navxweyî veke çunkî ew dê ziyanê bibîne, PDK dikar digel tevgerana Goranê hikûmetê pêkbîn eû YNKê li derve bihêle.
Her kes dizane YNK astengan ji pêkanîna hikûmetê ra çê dike, ji ber pirsgirêk û nakokiyên navxweyîya xwe nikare biryar bide.Azad Cubdiyanî dibêje ku, YNK gelek mexrûr bibû, dixaze şertên xwe li ser PDKê feriz bike û divê ew difinbilindiya wê bişkê, di nava van çend mehan da PDKê gelek bi sebir û tehemûl bi awayekî erênî digel Yekêtiyê tevgeriya û bi her awayî dixwaze YNK jî di hikûmeta nû de hebe, eger ne wisa be, destê PDKê vekiriye, bi taybetî pişrî rêkeftina digel Tevgera Goranê, dikare hikûmetê ava bike. Lê tevî vê jî dixwaze digel YNkê jî li hev bike û YNK jî astengan derdixe pêş.PDK, di warê hijmara kursiyan û hijmara dengan û hebûna serokekî xwedî karîzam weke kak Mesûd Barzanî, PDK birayê mezin e, û birayê mezin jî dibê hindek soz ji bo birayên biçûk hebe.
Kak Mesûd êkane serokê bêrikabere û bi karîzmaye ku heta niha li Kurdistanê maye, lê mirov nizane heta piştî 10-15 salên din kî dihêt û diçe. PDK û kak Nêçîrvan Barzanî derfet ji YNKê ra da daku li wan deverên ew rastî qeyrana bêbaweriyê hatibû ew hizib di nav cemawerê xwe da careka din rabe ser lingan û were ser qiweta xwe, lê YNK vê li ber çavên xwe nabîne.Cundiyanî dê bêje: ”Hizba A yn B îtîrafê pê bike yan na ev tiştek dine, lê belê hemû cîhan dizane û îtîraf dike ku kak Mesûd êkane serokê bêrikaber û bi karîzmaye li Kurdistanê ku heta niha maye. Ez nizanim piştî 10-15 salên din kî dihêt û diçe ev cudaye, lê belê Partî Birayê mezin e û kak Mesûd jî êknae serokê karîzam û bêkirabere niha li Kurdistanê.”