Civak

Hovitiya çeteyên PYDê li dijê kurda berdewam e

Zordariya çeteyên PYDê li rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li gora daxûyaniya ENKSê  Roja 5ê Adarê girûpeke çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê yê komiteyek herêmî ji derê mala wî revandin. Li devera Girkê Leqê endamê komiteya deverê yê PDKSê Cinêd Seyid Mecîd, hatiye revandin.Çekdarên PYDê ew birine cihekî ne diyar û îşkenceyek giran lê kirine.  Piştî lêdan, tehdît û îşkence kirinê ew cardin anîne danîne li ser sinorê Başûrê Kurdistanê.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje, “Berdewambûna PYDê bi binpêkirin û kiryarên dûrî rewşit û sincên mirovatiyê di derheqê ENKS û alîgirên wê de bi mebesta xistina tirsê di dilê xelkê di mehê de ye, meha Adarê ya pir bone û helkeftên niştîmanî û vejandina çalakiyan. Ti carî PYDê bi kiryarên xwe sûdê nabîne û ji bilî rûreşî, nerazîbûn, şermezarî, rexne û riswakirinê ji wan re nabîne.”

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de kiryara xirab ya di derheqê endamê PDK -Sê de şermezar kir û ji PYDê xwast ku dest ji kiryarên weha berde. Herwiha bang li rêxistinên mirovî, yasayî û yên aliyên pê re kar dikin kir, guvaş û fişarê li ser PYDê bikin, da ku ji van kiryarên li dijî perensîpên mafên mirovan dûr bikeve.

Rastiya PKK/PYD eve. Ew ji xwe pêve kesek din qebûl nakin, Heta ev rastiya PKK/PYDê neyê dîtin û bi awayek zelal behsê nayê kirin , bila kesek behsa yekitiya û li gel wan jî neke.

 

 

Back to top button