Hevpeyvîn

Divê pêşiyê em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin

Berdevkê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager, bersivên pirsa Rojevakurd de dibêje: An wê dewletnexwaz bi ser kevin û emê bên pişaftin û tu armanceke me ya dewletbûnê nemîne, yan jî wê dewletxwaz bi ser kevin û emê bibin dewlet.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Roger Çağer: Li gor min ev derfet ji dest çûye û careke din bidestxitina wê gelek zehmet e. Lê rêyek hebe ji bo bidestxistinê ew jî ew e kû wekî ku we di pirsê de jî gotiye kurd ne du alî bin, yek alî bin. Lê rêya vê yekalîbûnê jî ne ew e ku her du alî bibin yek. Rêya wî ew e ku aliyek ji holê rabe. Ev ne pirsgirêkeke hêsan e û ne şerê du eşîran e ku bi xwarinekê û bi heqê xwînê li hev werin. Ev sedem e ku em bi sed salan e bêdewlet in. Me her tim şerê navxwe kiriye lê me tu carî hesabê xwe yê navxeyî temam nekiriye. Loma ev pirsgirêk heta îro jî berdewam e. Rêyek heye. Divê ev hesab bê temamkirin. Ji bo em bibin dewlet jî divê aliyê dewletxwaz aliyê/fikrê dewletnexwaz ji holê rake yan jî herî kêm bêtesîr bike. Rêya wî jî ew e ku aliyê dewletxwaz ne bi tenê bi dev dewletxwaz be, divê bi emelî dewletxwaz be.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Ji ber ku em nikarin bandorê li herêmê bikin, em nîqaş dikin ku tevgerên hêzên din wê çi bandorê li herêmê bike. Emerîka li gor berjewendiyên xwe tevdigere û berjewendiyên wî pêwîst bike dikare (wekî ku di dîrokê de mînakên wî jî hene) di deqqê de me li ser pişt bihêle. Ji aliyê din, tevgerên wî bandorên erênî jî bike neyînî jî bike, piştî ku em ne amade bin wê tu fêda wî li me nebe. Divê pêşiyê em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

 ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozîsyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Her du alî jî ji destpêkê ve aliyên xwe dîyar kirine û li gor wî tevdigerin. Hêzên din jî dixwazin wan li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin. Mijara girîng aliyê Kurdistanê ye. Aliyê Kurdistanê jî berjewendiyên netewî ne. Li vê derê rejim an jî opozisyon tuneye. Emerîka yan jî Rûsya jî tuneye. Li vê derê berjewendiyên netewî hene, dewletbûn heye. Û li gor min her du alî jî ne xwedî siyasetek ew qas xurt in ku bikaribin tiştna bixwazin.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin ?

Berî ku dewleta Îsraîlê ava bibe, dema bi ereban re şer dikirin rêxistinên Ajansa Cihûyan, Îrgûn û Stern şerê hev kirin. Ajansa Cihûyan her du rêxistinên din têk bir. Paşê di şerê bi ereban re de bi ser ket û dewletê ava kir.

Berî ku Emerîka bibe dewlet ji koloniyan pêk dihat. Wan koliniyan li hember Îngilistanê bi yek armancê şer kirin û dewleta xwe ava kirin. Piştî avakirina dewletê bûn du alî. Îja şerê Emerîkaya Başûr û Emerîkaya Bakûr dest pê kir. Piştî ku hesabê xwe yê navxweyî temam kirin pêş ketîn û bi qasî ku tesîrê li hemû cihanê bikin bi hêz bûn.

Gelek mînakên din hene. Lê tiştê ku em ji wan mînakan hîn bibin ev e ku bi du serîtî kes nikare bigihêje cihekî. Loma divê em jî vê hesabê temam bikin û bi seriyekî berdewam bikin. An wê dewletnexwaz bi ser kevin û emê bên pişaftin û tu armanceke me ya dewletbûnê nemîne, yan jî wê dewletxwaz bi ser kevin û emê bibin dewlet. Wekî din bi vê du alî bûnê em herî zêde dikarin derfetê bidin hêzên din ku me ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, wekî ku niha jî dikin.

Roger Çağer

01.03.2019

 

Back to top button