Ji qedexeyên dewletê zêdetir, xemsariya Kurdan, Kurdiyê dixe bin metirsiyê
“Ji qedexeyên dewletê zêdetir, xemsariya Kurdan, Kurdiyê dixe bin metirsiyê” ev gotina civaknasê Tirk Îsmaîl Beşikçî ye. Îsmaîl Beşîkçî tevî çend zimannas , rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li Enqerê beşdarî di panelekê di derbarê “paşeroja Kurdî “ de kir û got: “Êdî zarokên Kurdan Kurdî qise nakin.”
Rewşa zimanê Kurdî gelek caran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibe rojev ku gelek kes dibêjin êdî li bakur axaftina Kurdî ber bi nemanê ve diçe. Bi armanca gotûbêjkirina rewşa Kurdî, ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ve li Enqerê paneleke hate encamdan û yek ji beşdarên panelê jî civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî bû.
Îsmaîl Beşîkçî ji Rûdawê re diyar kir: “Xwendin, nivîsîn û axaftina bi Kurdî gelek girîng e. Hewce dike ku Kurd li malên xwe, li taxên xwe li her derê bi Kurdî biaxivin, rast e ku dewletê Kurdî li dibistanan û saziyan qedexe kiriye lê divê Kurd di nav malên xwe de guh nedin vê yekê û perwerdeya xwe li malên xwe bi Kurdî bikin, ev erk jî dikeve ser milê malbatan.”
Di panelê de ji aliyê şarezayên mijarê gotar bi şêwezarên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hatin pêşkeşkirin.
Zimannas û lêkoler Şakîr Epozdemîr diyar kir: “Bandoreke zêde ya Tirkan li ser Kurdên Bakur heye, tenê di serdema komarê de, ji serdema Osmaniyan heta niha Kurdên Bakur zêde ketine bin bandora Tirkan lê li parçeyên din yên Kurdistanê rewş ne wisa ye.”
Zimanzan Celal Gul diyar kir: “Li welatê me astenga herî mezin ya li pêşiya zimanê me tinebûna dibistanan e. Eger bi fermî dibistanên zimanê me hebin wê demê ziman jî pêş dikeve.”
Gelek şareza û kesên peywendîdar bi mijara Kurdî di wê baweriyê de ne ku bi taybetî demên rewşa awarte bandoreke xirab li ser karên di derbarê Kurdî de çêdibin.