Nivîsar

“ Zimanê ku zarok neaxêvin zimanek bê pêşeroje “

Girîngiya bi karanîna zimanê dayîkê baş tê zanîn, eger netewek zimanê xwe têkbide mehkumê windabûnêye. Ji bo vê yekê di pirsa neteweyekî de, jiyana wan a civakî de û kar û xebata siyasî de karanîna ziman  pêwistiyeke û herweha pîvaneke di tekoşîna netewî de.

Zimanê Kurdî bi taybetî li bakurê Kurdistanê roj bi roj kêmtir tê karanîn. Gelek cara mirov û aliyên siyasî qedexeyên dewletên dagirker dikin sedema kêm bi karanîna zimanê Kurdî.

Gelo ev rastiye yan jî heceteke ku mirov xwe di binde wedişêre? Raste dewletê ji bo zimanê Kurdî winda bike gelek qanûn derêxistin û zordariyek mezin dike,  axavtina zimanê Kurdî gelek cihan de qedexe dikira. Demekî xelkê nediwêriya di radyoyan de guh bidin stranên kurdî di radyoya Erîvan û Bexdayê de. Gelek cihan dema tesbît bikiran hinekan guh daye van radyoyan dihatin cezakirin. Dewletê her awayî tedarî dikira ku ziman neyê bi karanîn. Lê tucara nekarî di vê yekê de ser bikeve.

Lê di vê derbarê de kurd çi dikin? Taybetî aliyên siyasî ji bo karanina ziman çi kirin û çi dikin? Ev yek gelek girînge. Partiyên siyasî yan tu girîngî nedan zimanê kurdî , yan jî girîngiyek pêwist nedan.

Li bakurê Kurdistanê gelek cara dihat gotin ku: Em bi kurdî nikarin siyaseta xwe bidin têgihandin. Ya giring mirov li hevtêbigihe, ne bi karanîna zimanê Kurdî ye.

Heta wek îro piraniya weşanên partiyan dereca yekem tirkiye û heta ya hinek aliyan bi temamî tirkî ye.

Ti bi tirkî bifikirî, bi tirkî binivîsî bi tirkî kiset bikî, gelo ti bi çewe zimanê xwe, zimanê dayikê biparêzî ?

Li Bakur heta vê gavê piraniya civînên partiyên siyasî de bi tirkî tê kiset kirin, tirkî daxûyanî têne dayîn. Di dema dawî de hinek partî kem bê jî giringiyê didin ziman ,lê ne bi awayê pêwist.

Piraniya bajarên bakurê Kurdistanê rengê xwe yên kurdî winda kirine. Ji ber ku kurdî kiset nakin, zimanê rojane bûye tirkî.

Gelek bajarên di nava cografya Kurdistanê de, taybetmendiya xwe ya kurdî winda kirine. Erzorum, Erzincan, Maletya, Elezîz, Entab hinek ji van bajaran e. Lê mixabin ev yek roj bi roj ber bi firehiyekî ve diçe.

Herweha xwendevanên zimanê kurdî di nava civata kurd de gelekî kêmin, eger nivîsek bi kurdî û tirkî bê nivîsandin, piranî tirkî dixwînin, ji ber ku vê yekê hesanîtir dibînin.

Li Diyarbekirê bi dehên hezaran kurd ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî xwepêşandanan de rêve diçin. Lê dema dewletê di dibistanan de zimanê kurdî wek dersek hilbijare kir qanûn, li Diyarbekirê kesekî nexwest zarokên xwe rêbikin dersa kurdî ya hilbijare. Di destpêkê de tenê nêzikî 400 kesî serî li dersa zimanê kurdî da. Ew kesên ji bo zimanê Kurdî xwepêşandan dikiran tenê zarokê xwe rêkiran  ji bo fêrbûna ziman, gerek nêzikî 100 hezarî serî li dibistana dabûna. Lê mixabin…

Di vê derbarê de xemsariya aliyên siyasî û ya kurda bi xwe geleke? Mixabin piraniya malên kurdan de kurdî nayê axavtin. Sedemê vê yekê akiliya siyasîye, ne bi tenê qedexekirina dewletêye.

Gerek di rastîyê de ne bi gotin tenê ziman bê bi karanîn. Gerek malperek Kurdî tenê bi zimanê kurdî be, bê guman di siyasetê de zimanên din jî têne bi karanin lê nabe ew ziman li pêşiya zimanê te yê dayîkê bigre.

Ew kesên kurdî difikirin, kurdî dinivîsînin, kurdî diaxêvin, kurdî di mala xwe de li gel zarokên xwe kiset dikin ew tenê dibin demana jiyandina zimanê kurdî. Ji bo hebûna miletekî ew xizmeta herî mezin dikin.

Zimanê ku zarok neaxêvin zimanek bê pêşeroje.( Michael L. Chyet )

23.2.2019

Dara Bilek

Back to top button