Şandeka PYDê bi serokatiya berpirsekî PKKê çûye Rûsyayê

Li gorî agahiyên BasNewsê, roja 16 vê mehê, şandeka PYDê bi serokatiya endamê desteya serokatiya PKKê Sebrî Ok çûbû Moskowê û bi rayedarên Rûsyayê re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê hevdîtin kiriye.
Çavkaniyekî siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser naveroka wê hevdîtinê ji BasNewsê re got, şanda PYDê, ku beriya niha li baregeha serbazî ya Himêmî ya hêzên Rûsyayê li parêzgeha Lazqiye ya Sûriyê bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin kiribû, “dest vala” vegeriyaye bajarê Qamişlo.
Wî jêderî anî ziman ku serokatîkirina wê şandê ji aliyê berpirsekî PKKê ve nîşan dide ku rêveberiya Rojava di destê PKKê de ye ne PYD, ev jî dibe sebeb ku gefên Tirkiyê li ser Rojava zêdetir bibin.
Wî siyasetmedarê Rojava, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku şanda PYDê soz daye rayedarên Rûsyayê ku dê di rêza “elewiyan” de û bi alîkariya milîsên Îranî yên li Sûriyê, li dijî radîkalên sunnî şer bikin û razî ne di bin siya serokê Sûriyê Beşar Esed de bimînin.
Li gorî agahiyên wî jêderî, PYD razî bûye bîrên neft û gazê biparêze û li hember de bi qasî %4 ji wî diravê ku ji firotina neft û gazê tê komkirin, werbigire. Ev di demekî de ye ku wan bi xwe berê neft bi qaçaxî difrotin!
Jêderê BasNewsê her wiha ragihand, rayedarên Rûsya bi eşkere ji şanda PYDê re gotine ku ew nikarin pêşiya gefên Tirkiyê bigirin. Her wiha ji gotine, yan divê YPG û PYD xwe hilweşînin û bi yekcarî bibin beşek ji artêşa Sûriyê yan jî divê ji êrişên Tirkiyê re amade bin!
Bi nêrîna wî siyasetmedarê Rojava, sê rê li pêşiya PYDê hene:
*Xwe hilweşîne û bibe beşek ji artêşa Sûriyê
*Pilana Amerîka qebûl bike, ji Rojava derkeve û derbasî Dêrazorê bibe û şerê DAIŞê bike
*Ji Rojava û Sûriyê derkeve û derbasî Şingalê bibe