Amerika daxwaza hilweşandina Mîlîsên Şîe dike
Amerika daxwaz ji hukumeta Iraqê dike ku Milisên Heşda şeibî bêne bê çelkirin. Li gora nûçeyeka kanala televizyona Erebiye, Amerika ji hukumeta Iraqê daxwaz kiriye ku Aliyên Heşda Şeibî bêne bê çelk kirin û rê li çalakiyên wan bêne girtin.
Himber vê dawaziya Amerikayê serokwezîrê Iraqê jî daye xûyakirin ku dê ev daxwaziya Amerika bête cih, ev pirsek demiye, demek ji vê yekêre divê.
Li Iraqê zêdeyî sed rêxistin hene ku di nava Heşda Şeibî de cih digrin. Piraniyê aliyên siyasî yên Iraqî xwedî milîsane.
Amerika Lîsteyek ya van rêxistinên ku daxwaza hilweşandina wan dike daye rayadarên Iraqê:
Rêxistina Bedir a Hadî Amirî serokatiya wê dike, Hizbullaha Iraqî, Lîwa Ebû fezl Ebas û Esaîbî Ehlîlheq ya Qeys Xezelî serokatiya wê dike di nava wê lîsteyê da ne.
Listeya Milîsîn Şîe ku Amerika radestî Iraqê kiri eve:
Seraya Selam / Ser be Muqteda Sedir
Rêxistina Bedir/ Ballî Serbazî ser be Hadî Amirî
Ketîbeyên Hizbulaha Iraqî
Esaîbî Ehlî Heq/ Qeys Xezelî
Ketîbeyên Seydulşuheda
Tevgera Hizbullaha Nuceba /Ser bi Ekrem Kebî
Ketîbeyên Îmam Elî
Ketîbeyên Cund Îmam
Seraya Xorasanî
Lîwa Ebu Fezl Ebas
Seraya Cîhad/ Encumenî Balayî Îslamî
Ensarr Eqîde/ Encumenî Ballay Îslamî
Seraya Ensar Aşûra/ Encumenî Ballay Îslamî
Rewtî Rîsale/ Ednan Şehmanî
Fîrqey Ebasî Şerrker
Ketîbekanî Şehîd Ewel/ Hizbî Deye
Ketîbekanî Şehîd Sedir Ewel/ Hizbî Dawey Rêkxistina Nawxwe
Ketîbeyên Nuxbe û Xeys Heyderî
Lîwaya Elî Ekber
Lîwaya Şebab Rîsalî
Lîwaya Ensar Merceye
Lîwaya Esedulllla Xalb
Spaya Muxtar/ Wasq Betat
Feyleqa We’di Sadip
Ketîbeyên Ensar Huce
Ketîbeyên Qemer Benî Haşm
Hizbullaha Saîrûn
Ketîbeya Îmad Menî