Îran piştevaniyê li başûrê Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 15.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê û şandeya pê re civiya.
Di civînê de, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan, Îraq û Îranê û giringiya berdewamiya wan têkeliyan û hevahengî û hevkariya navbera Îraq û Herêma Kurdistanê digel Îranê ji bona rûbirûbûn û biyekcarî nehêlana terorê, hatin gotûbêj kirin û her du alî hev hizir bûn ku hêşta metirsiya terorê heye û ji bona nehêlana wê divê hemû alî bi hev re hevkar û hevaheng bin,
Nêçîrvan Barzanî sipasiya Îranê kir ku di dema şerê dijî DAÎŞê da hevkariya Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya welatên herêmî ji bona rûbirûbûna terorê û nehêlana wê, kir.
Cewad Zerîf piştevaniya welatê xwe ji bo pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ku hemû pirsgirkêna xwe bi diyalogê çareser bikin.
Çewaniya geşkirina têkeliyên di warê aborî, bazirganî, kultûrî, çandinî, zanistî û di warên din da û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.