Polîtîk

Serok pêşwaziya şanda Serkirdayetiya ENKSê kir

Roja pênçşem 10.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li Sûriye û guhertinên hevkêşeyên meydaniyên Sûriyê nirxandin û şanda mîhvan bi kurtî di derbarê rewşa hemwelatiyên Kurd li Sûriye û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja Kurd li wî welatî bi Serok Barzanî gihandin.

Li beşekî dinê vê civînê de şanda serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye spasiyên xwe bi Serok Barzanî gihandin ku herdem piştevan û xemxûrê gelê Kurd li Sûriye bûye û pêzanînên xwe ji bo helwesta vê dawiyê ya Serok Barzanî di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye de hebû. Daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî deng û mezlûmiyeta gelê Kurd bigihîne navendên dîplomasî û navdewletiyan.

Her li vê civînê de Serok Barzanî di derbarê çawayiya karpêkirina li gel pêşhatên nû û parastina gelê Kurd li Sûriye rênimayî û şîretên pêwîst ji bo şanda mîhvan xisterû.

 

 

Back to top button