Polîtîk

PDK: Em hewl ji bo hikûmeteke niştimanî û bihêz didin

Berpirsê ofisa pewendiyên derve yê PDKê Hişyar Sîweylî li gel konsulusê Komara Çekî civiya, piştî civînê Siweylî da xûyakirin ku, ew niha hewl didin ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û bihêz li Herêma Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de, Hoşyar Sîweylî sipasiya gel û hikûmeta Çîk kir li ser piştgîrî û hevkariya wan a ku pêşkêşî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.

Sîweyîlî pêwendiyên di navbera Kurdistan û Çîk de bilind nirxand û wek pêweniyeke bihêz û dîrokî binav kir. Herwiha got ku pêwîst e hemû alî pêkve hevkar bin û hevaheng bin ji bo şikandin û lawazkirina wî dijminê hevbeş ku rêxistinên tundrew in, ku ew yek jî tenê bi rêya leşkerî pêk nayê, lê belê pêwîstî bi bernameyeke hevbeş û demdirêj heye.

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexda jî, Hoşyar Sîweylî got ku pir girîng e hikûmeta nû ya Iraqê şaşîtiyên hikûmetên berê xwe dûbare neke û deselat hizra xwe bughere û dest ji piştgukirina pêkhateyan berde û destûrê Iraqê bibe bingeha kar.

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî, wî berpirsê PDKê ragihand: “Danûstandin berdewam in û PDK hewl dide ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û bihêz ku bikaribe parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêze û aramî û pêşxistina abûrî berdewam bike û baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî Kurdistanê bike, ku ew jî erkê sereke yê hikûmetê ye.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Komara Çîk li Herêma Kurdistanê Mîxal Svoboda behsa kar û bernameyên welatê xwe kir, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên perwerde, abûrî, kiltûrî, bazirganî û leşkerî ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Herwiha amaje bi vekirina şaxekê ji Zanîngeha Ostrava li bajarê Hewlêrê kir û got ku ew pêngav ji bo bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan û Çîk in di warê perwerdeyê de.

Back to top button