Cîhan

Tirkiye û rejima Şamê tên himber hevûdin

Ajansa Reuters di derbarê vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye analîzek kir. Ajans dide xûyakirin ku, vekişandina Amerika ji Suriye, Tirkiye û rejima Suriye tînê li himberê hevûdin.

Reuters dibêje ku, vekişandina hêzên Amerikayê ji bo Tirkiye ji aliyekî bûye wek firsendekî û ji aliyek din ve rîskek mezin jî çêdike. Ajans dide xûyakirin ku, ji bo Tirkiye bikaribe li Suriye şerê DAÎŞê aktiv bike divê derbasê rojhilatê Firatê bibe. Ev dever heta 250 kilometer di hindur de, di bin kontrola HSD de ye.

Wek din ajans dibêje ku, hêzên Suriye hewldidin derbasî deverê bibin, YPG ji nava Minbicê derdikeve.
Di dawiya analiza xwe de Reuters dide xûyakirin ku, Trump hemleyek kir. Ev hemla Trump dikare ji bilî kurda Tirkiye û rejima Şamê jî bîne himber hevûdin.

Back to top button