Kurd roj bi roj ji ax û zimanê xwe dûr dikevin
Ikram Oguz, bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Tunebûna şert û mercên ji bo Tifaqeke Kurdistanî, pêwîstîya hevakarîyeke demkî ji holê ranake…
Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî di rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?
Ikram Oguz:Rewşa Bakûrê Kurdistanê li ber çav e û roj bi roj ber bi xirabîyê diçe. Kurd roj bi roj ji ax û zimanê xwe dûr dikevin. Ax bêxwedî, ziman jî li ber mirinê ye. Ev yek jî hîmê kurd û kurdayetîyê qels dike û dilerizîne. Hilbijartinên herêmî jî di vê rewşê da pêk tên. Dewleta Tirk di hilbijartinên herêmî da jî bi şert û mercên dagirkerîyê tevdigere û serwerîya xwe ya herêmî bi Kurdan ra parve nake. Di vî warî da jî rê li ber Kurdan digre û ji îro da astengîyan derdixe pêş.
Encamên hilbijartinê gor dilê dewletê nebe, wê gavê jî weke îro, ew kesên ku ji bi raya gel va werin hilbijartin, ji kar dûrdixîne û di şûna wan da kayimên xwe tayîn dike.
Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?
Sîyaseta dewleta dagirker, divê bi hevkarîya hêz û partîyên Kurd va bê pûçkirin. Ez bi xwe hilbijartinên herêmî ji hilbijartinên parlamentoyê girîngtir dibînin. Di şert û mercên îroyîn da Kurd di hilbijartinên parlamentoyê da biserkevin jî, nikarin bibin serdest. Lêbelê bi destxistina şaredarîyên navvce û bajaran, heta bi destxistina mixtarên gundan va dikarin rêvebirîya gelê Kurd bikin. Sedem vê yeke ye ku jibo min bidestxistana mixtarîya gundekî ji gelvekîtîya li parlamentoyê girîngtir e. Ji bo vê yekê jî havkarîya hêz û partîyên Kurd pêwîst e.
Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawe dibînin?
Rewşa Tevgera Kurd jî weke rewşa Bakûrê Kuridstanê li ber çav e. Hêz û partîyên Kurd ji ruhê kurd û kurdayetîyê dûr in. Çiqwas armanc û daxwazên wan nêzikî hev bin jî, gor berjewendîyên hêz û partîyên xwe rojane difikirin û tevdigerin. Çê ya jî xirab, îro li Bakûrê Kurdistanê partîya bi hêz û quwet tenê HDP ye. Hemû hêz û partîyên din bi armanc û daxwazên xwe ji HDPê dûr bin jî, di hilbijartinê da serkevtina wan û HDPê bi hev ra girêdayî ye. Partîyên bê hêz û quwet bi vê hevkarîyê dikarin şaredarîyên hinek navçeyên piçûk bidest bixînin ku, ev yek ji bo wan serkeftîyeke mezin e. HDP jî dikare bi alîkarîya wan serkeftina xwe ya çar sal berê dubare bike.
Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî bê avakirin?
Pêkanîna Tifaqa Kurdistanî, pêwîstîyeke zarûrî ye. Lê divê mirov Tifaq a Kurdistanî û hevkarîyên rojane ji hev cûda binirxîne. Jiber ku, şert û mercên herduyan jî jihev cûda ne.
Miletê Kurd mileteki bindest, Kurdistan jî welatekî dagirkirîye. Tifaqeke Kurdistanî ancak li ser hîmê daxwaza ji bo azadîya milêtê Kurd û dewletbûna Kurdistanê ava dibe. Îro li Bakûrê Kurdistanê tifaqeke wusa jî ancax bi hêz û partîyên ji derveyî HDPKKê va realîze dibe. Jiber ku HDPKK, xwe wek hêzekî Kurdîstanî nabîne, ji bo miletê Kurd dewletbûnê naxwaze û daw û doza biratîya gelan dike.
Ji hêzên ji derveyî HDPKKê, tifaqeke Kurdîstanî gelo tê avakirin, ya jî were avakirin çiqwas xwedî tesîr dibe, ew jî pirsgirekek bêbersiv e…
Lê tunebûna şert û mercên ji bo Tifaqeke Kurdistanî, pêwîstîya hevakarîyeke demkî ji holê ranake…
20.12.2018