Pêşmergeyên Roj û çûyina Rojava
Çûyina Pêşmergeyên Roj a Kurdistana Rojava gelek awayan tê gotubêj kirin. PYD dide xûyakirin ku tu hêzek pêşmerge derbasî Rojava nebûye, ji aliyek din nûnerê Amerika yê karûbarê suriye James Jeffrey bi daxûyaniyekî da kifşkirin ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li gora hinek çavkaniyan pêşmerge derbas bûne lê cardin şûnve vegeriyane.
Di vê derbarê de berpirsên Tirkiye û medya Tirkiye hinek agahdariyan belav dikin. Dibêjin ,dixweyê ku Tirkiye germî derbasbûna Pêşmergeyên Roj dinêre. Amerika dixwaze ku Pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û li deverên sinorê navbera Tirkiye û Kurdistana Rojava de bêne cih kirin .
Hinek çavkaniyên ji hukumeta Tirkiye li gel rojnama Huriyetî axivîne û dane xûyakirin ku hinek lept li herêmê çêdibin û ew ji van agahdarin. Berpirsek yê Tirkiye dayê xûyakirin ku, di vê derbarê de mimkine çûyîn hatinek di navbera Enqere û Hewlêr de pêkwerê.
Pisporê Terorê li Tirkiye Abdullah Agar dibêje: Armanca derbasbûna Pêşmergeyan a Rojava ewe ku operasyona Tirkiye bide sekinandin.Pirsgirêka Tirkiye ne tenê tehdîtên li ser sinorane.Pirs ne pirsa ewlehiya sinore.Tirkiye dixwaze himaya Amerika li ser PKK/PYDê rake.
Di vê derbarê de heta niha tu berpirsek yê herêma Kurdistanê daxûyaniyek ranegihandiye. Bi awayek dn bê dengiya hukumeta Kurdistanê di vê derbarê de berdewame.