Kultur

Don Kîşot bi kurdî

Weşanxaneya DOZê di çarçoveya Zincîreya Klasîkên Dinyayê de, 2 cîldên Romana bi nav û deng Don Kîşot ku nivîskarê wê Miguel De Cervantes ê Spanyolî ye bi Kurdî çap kir. Pirtûk ji alîyê Serdar Roşan ve ji bo kurdî hatîye wergerandin û 2 cîldên wê ji 624 rûpelan pêk tên.

Romana klasîk Don Kîşot (Don Quijote) yek ji pirtûka herî navûdengî ya Cîhanê ye û di edebîyatê de wek romana ewil tê hesibandin. Don Kîşot di sala 1610an de hatîye nivîsîn. Karakterê ku navê xwe daye romanê Don Kîşot derwêşekî ku dixwaze dinyayê ji xerabîyan paqij bike ye û şerê xwe bi hevaltîya Sanço Panza li hember aşên bayê dimeşîne. Serpêhatîya Don Kîşot bi tesîra şovalyeyên zemanê berê ye û ew bixwe jî hewl dide bi helwestên pêkenînî şovalyetîyê bike û dinyayê ji xerabîyan paqij bike.

Nivîskar: Miguel De Cervantes
Wergêr: Serdar Roşan
Ziman: Kurdî
Hejmara Rûpelan: 624
Sala Çapê: 2011
Bûha: 27.00.-TL

Navnîşana Xwestinê:

WEŞANÊN DOZ
Taksim Cad. 37/5-34100 Taksim-Beyoğlu-İstanbul
Tel: 0212/297 25 05 – Fax: 0212/297 13 73
E-Mail: [email protected]

Nûçexane 

Back to top button