Polîtîk

Serdana Cenabê Serok dê bandoreke mezin bike

Wezîrê Darayî yê Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî Dr. Fuad Husên derbarê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û civînên wî de diyar kir: “Hatina Cenabê Serok nîşaneyeke siyasî ya giring e ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Dr. Fuad Husên ji Rûdawê re ragihand: “Serdana Cenabê Serok dê bandoreke mezin bike, ji ber ku bû demeke dirêj nehatiye Bexdayê, hatina wî nîşaneyeke siyasî ya giring e ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herwiha piştgiriyeke mezin e ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Adil Ebdulmehdî.”

Li ser civînên Serok Barzanî, Fuad Husên diyar kir: “Ew dê li gel serokwezîr, şanda hikûmeta federalî û piraniya serkirdeyên Iraqê yên li Bexdayê bicive. Ajendaya serdanê jî peywendiya wî bi navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û peywendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û hêzên siyasî yên Iraqê re heye.”

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir: “Adil Ebdulmehdî bi serdana Cenabê Serok kêfxweş e û çend roj in agahdarê serdanê ye. Lewma li benda roja pêncşemê 22-11-2018an e, daku li cihê karê xwe pêşwaziya Cenabê Serok bike.”

Fuad Husên li ser mijara pişka Herêma Kurdistanê  di budceya Iraqê ya sala 2019an de eşkere kir: “Çend civîn li gel nûneran û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser darayî hatine kirin. Ew bi çend pêşniyaran hatin û me hemû pêşniyarên wan wergirtine, li gor texmîna min yek ji wan pêşniyaran dê bibe beşeke ji budceya Iraqê.”

Husên got: “Mijara darayî, peywendiya wê bi navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê re heye. Wisa dibînim ku peywendiyên herdu aliyan ber bi pêşve diçin. Serdana Cenabê Serok delîlê wê pêşveçûnê ye.”

Back to top button