Polîtîk

Serok Barzani piştî demek dirêj serdana Bexdayê dike

Serok Barzani serdana Bexdayê dike.
Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ev cara yekem e ku serok Barzani serdana Bexdayê dike. Barzani di serdana xwe de; Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbus, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û berpirsên aliyên siyasî yên wek Nurî Malikî, Ammar el-Hekim, Mukteda el-Sadr û hinek kesayetên din re hevdîtina pêktîne.

Armanca serdana Barzani temakirina avakirina hukumeta Iraqê û pirsgirêkên di navbera Bexdayê û Hewlêr de ne. Ji berî serdana Barzani bi daxwaziya serokwezîrê Iraqê parlementoyê biryarên serokwezîrê berê Heyder Ebadî derêxistîn hemû tîkbir. Ev babetek gelek balkêş bû ji berî serdana MesudBarzani. Herweha dê Barzani serokkomarê Iraqê Behrem Saleh bibîne yan na? Ev yek jî girêdaya helwest û daxwaza serok Barzanî ye.

Dixweyê piştî vê serdanaê gelek pirsgirêkên bingehî di navbera herdu paytexda de ber bi çareseriyekî ve diçe. Serdana Barzani ya Bexdayê girînge û dixweyê dê gelek nirxandin li ser bêne kirin.

Back to top button