Hevpeyvîn

Divê saziyên dewletê bên bihêzkirin û dezgehên çavdêriyê aktîf bibin

Botan Dargala bersivên Rojevakurd de dibê je: Xoşbextane encamên hilbijartinan bi dilê wê hêla siyasî derket ku dixwaze Herêma Kurdistaneka bihêz hebe û bibe neynika pir rengiya netewî û ayînî ne hikûmeteka teokratîk.

Pirs û bersivên Botan Dargala:


Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Botan Dargala: Hilbijartinên Kurdistanê di rewşeke hestiyar de birêve çûn. Niha piroseya siyasî li Iraqê bi giştî li ber werçerxaneke mezin de ye. Ew pirose jî girêdayî piroseyeke mezin ya siyasî û serbazî ye li Rojhilata Navîn. Ji ber wê jî di rewşeke wiha de piroseyên bi vî rengî mehkûmî çarçoveya lîstikeke mezintir in, ew lîstik jî di navbera çend hêzan de tê lîstin.

Hinek ji wan hêzan, aramiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên xwe de dibînin û di wê baweriyê de ne aramiya Iraqê di bihêzbûna Herêma Kurdistanê de ye. Lê hinek hêzên din jî hene ku nabe bihêzbûna Herêma Kurdistanê ziyanê bigihîne navendê, ji ber wê jî piştevaniya wan aliyan dikin ku zêdetirê alîgirên Iraqê ne. Ew dixwazin rola Hewlêrê di piroseya siyasî ya Iraqê de lawaz bikin.
Xoşbextane encamên hilbijartinan bi dilê wê hêla siyasî derket ku dixwaze Herêma Kurdistaneka bihêz hebe û bibe neynika pir rengiya netewî û ayînî ne hikûmeteka teokratîk.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Botan Dargala: Ezmûna 27 salên borî çend şêwazên rêveberiyê di nav xwe de vegirt ku divê mirov desê ji wan werbigire. Destpêkê sîstema parvekirina %50-%50 di navbera YNK û PDKê de paşê rêveberiya du îdaretî û herî dawî jî hikûmeta koalîsyona berfireh. Her çi qas ew şêwazên rêveberiyê ji bona aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê û yekparçetiya xaka Herêma Kurdistanê girîng bûn lê êdî divê di pêkanîna hikûmetê de avedankirin û pêxistina sektora xizmetguzariyê li Kurdistanê li ber çavan were girtin û ew ezmûna ku piroseya han bi lez û bi başî bicîh bike, were bikaranîn.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Botan Dargala: Bihêzkirina saziyên dewletê, aktîfkirina dezgehên çavdêriyê û li dîvçûnê, sehkirin û dozgeriya giştî, dadgeh, destpakî, mafên mirov û kalîte kontrol.

Back to top button