Erdogan karê du rawêjkarên xwe da sekinandin
Kanala TRT a dewletê bernameyên du rawêşkarên serokkomar Tayib Erdogan rakirin. Ji rawêşkarên Erdogan Îlnur Çevik û Yigir Bulut di kanala TRTê de bername çêdikirin û di derbarê rewşa Tirkiye û cîhanê de dîtinên xwe digotin.
Li gora hinek çavkaniyan Erdogan ji vê yekê aciz bû. Di cih de bernameyên herdu rawêşkaran hatin sekinandin.
Ji berî demekî nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan nivîsek ya xwe de Gotibû ku, Li gora hinek çavkaniyên cihê baweriyê, nabê hêdî rawêşkarên serokkomar di televizyona de bernama çêbikin û di rojnameyan de berdewamî nivîsa binivîsin.
Taybetî Îlnur Çevik nirxandinên xwe yên di derbarê Kurdistana Başûr de gelek nirxandinên ne di rê de dikiran û bi vê yekê hewl dida ku bandorê li siyaseta Erdogan ya Kurdistana Başûr bike.
Ilnur Çewik salên 90 î de li Kurdistana Başûr bazirganî dikira û derket holê ku gelek hîle kirine û hêdî mecbûr bibû ji Kurdistanê derkeve .