Dê dorpêça me bandora xwe li Îranê bike
Amerika çerçova dorpêça xwe li ser Îranê eşkere kir. Hinek welat ji derê vê hatin girtin û Tirkiye ji welatek ji vane.
Wezîrê Dervê yê Amerikayê Mike Pompeo, konferansek rojnamevanî de behsa dorpêça li ser Îranê kir.
Mike Pompeo di axavtina xwe de got: Ji roja ez hatîm ve dorpêç li ser Îranê dewam dike. Babetek gelek girîng heye ew jî ew ku, dê dorpêç û cezayên li ser Îranê dewam bikin û her herê jî zêde tir bibin. Her aliyek li gel Îranê havkariyê bike dê bibe sedemê encamên xirab. Ji 20 welatan zêdetir, milyonek birmîl hatina petrol kêm kirin. Ji meha Gulanê pêve hatinên petrolê kêm bûne.
Mike Pompeo berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Me hinek welat di derbarê petrolê de ji derê vê dorpêçê girtine. Ev welat ; Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Tirkiye, Îtalya, Yunanîstan, Japonya û Teyvan e.
Pompeo behsa bernama Atomî jî li gel Îranê kir û got: Divê em rastiyê bêjin. Piştî ku Amerika peymana Atomî li gel Îranê çêkir, Îranê li herêmê guvaşên xwe zêde kir.Gavên ku em tavêjin dê bandora xwe li Îranê bike û helwesta me,wê bigihe armanca xwe. Îranê wê nikaribe bibe tehdîdek li herêmê. Em vê bi bawerin.