Hevpeyvîn

Hilbijartin di çarçoveya mercên demokratîk de pêkhatin.

Ahmet Gülabi DERE  di bersivên pirsa Rojevakurd de dibêje: Gelê Kurd li gorî daxwaza xwe dengê xwe bikar anî. Tenê em dikarin jê re rêz bigirin. Pêçniyara Gulabî ji bo hukumeta ku nû bê avakirin jî eve: Çi li Kurdistanê be û çi jî li derveyê Kurdistanê be, girseyekê mezin ya rewşenbîrên Kurd heye. Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê heman girseyê baştirîn bikar bîne.

Pirsên Rojevakurd:

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersivên Ahmet Gülabi DERE:


Hilbijartin astekê sîstemên demokratîk in, di sîstemên monarşîk, olîgarşîk û despotîk de hilbijartin pêknayên, ew pêkwerin jî ti wateya wan tine. Lewre pêkhatina hilbijartinan li Başûrê Kurdistan bêguman tiştekê asayî û pêwîst bû. Bi derengî be jî pêkhatina wan tiştekê girîng bû. Pirr derdoran mijara nepêkhatina hilbijartinên li Başûrê Kurdistan kiribûn sedema cur be cur rexneyan.

Li gorî ku min jî şopand hilbijartin di çarçoveya mercên demokratîk de pêkhatin. Derdabrê encamê de tişta ku ez bêjim tine, gelê Kurd li gorî daxwaza xwe dengê xwe bikar anî. Tenê em dikarin jê re rêz bigirin.

Li Başûrê welatê me, mixabin siyaset xwe ji aloziyan rizgar nake. Piştî hilbijartinan hê jî cur be cur niqaş hene, siyaset asayî nabe. Bêguman daxwaza min ew e ku di vê parçeyê welatê me de rewşa siyasî û civakî asayî be. Çendî ez li wê derê najîm jî çavên min û guhên min herdem li ser wê derê ye. Xweşiya wê derê ya dilê min e jî.

Mixabin rayedarên hin hêzan li gorî berjewendiyên gel tevnagerin, ew tenê berjewendiyên xwe ên teng difikirin. Ji ber vê yekê jî heman parçeyê welatê me xwe ji nakokî û aloziyan rizgar nake. Daxwaz ew e ku di navbera hemû hêzên Kurdistanî de hevkarî û yekgirtiyek hebe. Hêvîdar im rojek heman kêmasî têk biçin.

Piştî hilbijartinan hê gavên berbiçav nehatine avêtin. Divê rayedarên Kurdistanê bi derengî nekevin, çiqas zûtirîn, li gorî encamên hilbijartinan, hikûmeta nû bê êlankirin û heman hikûmet bikeve nava kar wuqasan baştir e, û pêwîst e jî. Di vî warî de berpirsyartiya herî grîng dikeve ser milên rayedarên PDK. Herwuha YNK û partî û hêzên din jî di bin berpirsyartiyekê de ne. Çendî PDK di hilbijartinan de zêdetir dengan girtibe jî ev nayê wateya ku tenê bare dikeve ser milên rayedarên heman partiyê. Herwuha divê rayedarên PDK’ê jî tenê xwe weke berpirsyarên Başûrê Kurdistanê nebînin. Lewre ez dixwazim ku di nava hikûmeta nû de nûnerên hemû hêzan hebin. Divê heman hikûmet bi konsansûsekê baş bê avakirin. Piştî ku hikûmet hate êlan kirin divê zûtirîn çareserî ji pirsgirêkan re bê dîtin. Bi taybetî pirsgirêkên aborî mezin in, divê ji wan re çareserî bê dîtin.

Bêguman li Başûrê Kurdistanê cur be cur pirsgirêk hene, lêbelê di nava wan de ya herî grîng ya aborî ye. Piştî pirsgirêka aborî, li gorî min, ya duyem ya derbarê diyaloga di navbera hêzên Kurdistanî de ye. Tenê hêzên Başûrê Kurdistanê ne, divê diyalogekê baş di navbera hemû hêzên Kurdistanî de bê çêkirin. Pêwîst e heman diyalog li ser esasê parastina berjewendiyên neteweyî bên lipêşxistin.

Ez girîng dibînim ku hikumeta nû rolekê baştirîn bide girseya rewşenbîran jî. Çi li Kurdistanê be û çi jî li derveyê Kurdistanê be, girseyekê mezin ya rewşenbîrên Kurd heye. Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê heman girseyê baştirîn bikar bîne. Lewre ez pêşniyar dikim ku li Hewlêr Konferansa Rewşenbîrên Kurdistanî bê lidarxistin. Wezareta Karê Çand û Huner dikare di vî warî de rolekê baş bileyze. Îro tenê li Ewropayê bi sedan rewşenbîrên Kurd hene, jiber tineya şert û mercan hin ji wan nikarin ji gelê xwe re xizmetê bikin.

Eger Konferansekê berfireh bê lidarxistin, bi beşdariya bi sedan rewşenbîran, di demên pêş de hêzekê mezin dikare derkeve holê. Heman hêz di warê siyasî, civakî, çandî û dîplomatîk de dikare encamên mezin derxe holê. Mixabin heya naha hêzên Başûrê Kuristanê di vî warî de pirr kêm hewldan raber kirine. Lewre ez dixwazim hikûmeta nû li ser vî xalî baş raweste. Eger ji min bê xwastin ez jî amade me di vî warî de barekê bigirim ser milên xwe.

Bi taybetî di qada dîplomasiyê de valahiyekê mezin heye. Nirxên gelê Kurd li derveyê welat baş nayê temsîl kirin. Bi taybetî li Ewropayê ez pirr valahiyan dibînim. Ligel sazî û rêxistinên ewropî berjewendiyên gelê me baş nayên parastin. Lewre ez pêşniyar dikim ku hikûmeta nû Bûroya Nûnertiya Kurdistanê li Brûkselê bihêztir bike, herwuha li Strasbourgê jî divê bûriyekê nûnertiyê bê vekirin.

Hêdî hêdî divê li hemû paytextên welatên Ewropayê Bûroyên Nûnertiya Kurdistanê bên vekirin. Bi rêya van Bûroyan bi cur be cur hêzên siyasî, aborî û civakî re têkîlî dikarin bên çêkirin. Bi alîkariya heman têkîliyan rewşa aboriya Kurdistanê jî dikare baştir bibe. Herwuha ji têkiliyên pêşerojê re bingeh çêdibin.

Bi silavên ger û hevaltî

Ahmet Gülabi DERE

 

 

Back to top button