Turk: Em dixwazin Tirkiyek demokratik ava bikin
Ehmet Turk di derbarê hilbijartinên herêmî de, da xûyakirin ku, Serokkomar CHPê ditirsîne. Turk di derbarê hilbijartinên herêmî û tifaqa di navbera AKPê û MHPê de dibêje, van herdu partiyan bi tifaqa çêkirîn çend kursiyên zêde di parlementoyê de destve anîn. Lê di qada navnetewî de û rewşa darayî û civakî de bersiva hêviyên xelkê nedan.
Di derbarê CHPê de Turk got: Divê CHP maf û azadiya biparêze, ji bo Tirkiye bigihê demokrasiyê divê CHP gavan bavê je. Turk berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje Serokkomar van rojan bi daxûyaniyên dide CHPê ditirsine. Serokkomar dibêje CHP mil dide milê teroristan, bi vê behsa me dike. Serokkomar zanebûn vê dike da ku nehile CHP nêzikî me bibe.
Ji aliyek din ve Turk dibêje: Divê em, demokrat û sosyalist mil bidin hev da ku bikaribin cumhuriyeta Demokratik ava bikin û Tirkiye ji vê rewşa xirab xilas bikin. Berdewamiya axavtina xwe de Turk dibêje herkesê ku xwe kurd dibîne di vê derbarê de berpirsiyarî dikeve ser milê wan.
Turk dibêje: Berpirsiyarî dikeve li ser milê her partiyek ku dibêje ez partiya kurdanim.Em dixwazin herkes bi vê zanebûne tevbigere.Ez îro ne berpirsek vê partiyê me ez kurdekim û siyasetmedarim.Ji bo dahatuyek hevbeş û demokratik divê em di cihekî de bigihin hev.Turk axavtina xwe de got: Du erkên me yên giring hene. Yekem dive em li herêmên kurda hemû nexweşiyan ji hole rakin û ji bo vê jî tekoşînek hevbeş ya demokrasiyê pêwiste, ev jî berpirsiyariya meye. Duyem,dive li Tirkiye jî li gel hêzên demokrat em civatek demokrat ava bikin. Eger em îro ji siyaseta heyî ne memnunbin divê em vê yekê bikin.