Ozçelik:Li encamên referandûma serxwebûnê xwedî derkevin
Li gora daxûyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê, serokê PAKê Mustafa Ozçelik li Mêrdîn û Batmanê di derbarê rewşa siyasî de axiviyê.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Mêrdînê û li Batmanê axaft:’’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke sereke jî, hûnandina partîyeke xurt, girseyî ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye’’
Îro 4ê Cotmehê li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik, li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û endamê KBN ya PAKê M.Ali Yılmaz seredana MêrdÎnê kirin. Li gel Serokê teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, û rêvebir û endamên Teşkîlata Mêrdînê di çerçoveya xebatên PAKê yên li Mêrdînê û yên giştîcivîneke taybet li dar xistin. Paşê jî li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Gelek sîyasetvan û rewşenbîrên Qoserê û Mêrdînê eleqeyeke baş nîşan dan û brîfîng bi beşdariyeke berbiçav li dar ket.
Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê de pêştir Serokê teşkîlata Mêrdînê ya PAKê bedran Axaftinek kir û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê pêwîstîya ypartîyeke xurt ya milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî û ji bo hevkarî û tifaqên netewî bîr û rayên xwe anî ziman. Mustafa Özçelik got ‘’Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya herî mezin avakirina partîyeke girseyî, xurt, azaîxwaz, demokrat, Kurdistanî ye. Heta em weke ew partî, grûb û şexsîyetên ku bername û sîyaset û nêrînên nêzî hev, wek hev, em din av yek partîyê de nebin yek, emê her temaşevanên vê pêvajoyê bin. Dê şer jî, têk birin jî, stratejîyên ku hişmendîya netewî têk dibin jî bi dilê xwe tevbigerin’’.
Mustafa Özçelik herweha bal kişand ser rewşa gelê me ya îro û got:’’îro em divê bikaribin bêjin ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê. Divê em bêjin mafê kesî tune ye ku, şerê heyî weke sebebê binpê kirin û tune kirina mafên me yên demokratîk nÎian bidin. Divê em ji dewleta Tirkîyeyê re bêjin, mafê me yê perwerdeya zimanê zikmakî, qebûl kirina nasnameya me ya Kurdî ya netewî, ne cîhê bazariyê ye; ev mafên me Yên rewa ne, divê di destûrê de bêne bi cîh kirin’’.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di berdewamîya axaftina xwe de, di derbarê şerê li bakurê Kurdistanê, sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê, hilbijartinên 30yê îlonê yên Başûrê Kurdistanê, Rewşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anin ziman.
Piştî birîfînga Mustafa Özçelîk, beşdarên birîfîngê jî bi pirs û axaftin û pêşniyarîyên xwe bûne şirîkê atmosfereke zindî, berhemdar û mustewaya birîfîngê bilindtir kirin .
Herweha 3ê Cotmehê li Teşkîlata PAKa Batmanê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik bi çerçoveya xebatên PAKa Batmanê digel endam û rêveberên PAKê civîneke taybet li dar xist. Paşê jî li ser rojeva Tirkiye û Kurdistanê brîfîngek da. Brîfîng bi beşdariyeke berbiçav li dar ket. Gelek kes li ser piya man. Çapemeniyê jî elaqeyeke baş nîşan da.
Di brîfînga li Teşkîlata PAKê ya Batmanê de Serokê PAKê Mustafa Özçelik got:”Siyaseta ku va 4 sal e em dimeşînin her ku diçe me dipejirîne ku em weke Partiya Azadiya Kurdistanê dibêjin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, bi rêyên siyasî, sivîl û demokratîk, bêyî tundûtujiyê û şîdetê divê were çareserkirin.Her wiha rûdanên ku di nav vê 4 salan de pêk hatine, hevdîtinên PKK û Dewletê yên ku weke “pêvajoya çareseriyê” dihat binavkirin û paşê têkçûna van hevdîtinan jî rastiya siyaseta me zêdetir îspat kiriye ku me tim gotiye pirsgirêka kurd, bi rêyên aştiyanê û siyasî, divê were çareserkirin.Em weke partî dibêjin ku hebûna miletê kurd, nasname, maf û azadiya wan ên neteweyî û daxwazkirina statuyeke siyasî bingeha siyaseta me ye û em xebatên xwe li ser vê rêbazê dimeşînin.Em dibêjin ev mesele ne weke dewleta tirk, ev e 95 sal e dibêje ev meseleya aboriyê, teror û asayîşê ye, em bi awayekî eşkere ji dewleta Tirkiyeyê re dibêjin, mafê te tune ye ku tu zimanê me, nasname û hebûna me, maf û azadiyên me yên neteweyî û demokratîk, bi şîdet an bi tiştekî ve girê bidî. Em maf û azadiya xwe dixwazin û çi şîdet çi faktorên din nikarin bibin sedema piştguhkirina van daxwazên me yên meşrû.Bifikirin ku 95 sal e hê zimanê kurdî nehatiye naskirin, kurdî hê jî ne zimanekî fermî ye. Ev 95 sal îspat kiriye ku pirsirêka kurd bi vê şêwaza dewleta Tirkiyeyê çareser nabe ûdoza miletê kurd ji holê ranabe. Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku dev ji vê siyaseta ku vê pirsgirêkan kûrtir dike berde. Dev ji vê siyaseta şîdetê û dijayetiya kurdan berde.Herwiha em bangî PKKê jî dikin ku hewla çareserkirina vê pirsgirêka kurd bi rêya şer û pevçûn û tundûtujiyê di şertên îro de pirsgirêkê kûrtir dike û çareser nake. Di heyama hendekan de me dît ku şîdet, rê li ber jidestdana mafên bidestxistî vedike. Ji ber vê em bi awayekî eşkere bang li PKKê dikin ku dawî li şer û pevçûnan bîne.”Özçelik, di berdewamiya axaftina xwe de got di krîza aborî ya li Tirkiyeyê de rola çaresernekirina pirgirêka kurd û şîdetê gelek zêde ye û wisa domand: Tirkiyeya ku di nav xwe de vê pirsgirêke çareser nake, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, êrîşî Efrînê dike, mudaxeleyî Îdlibê dike, bo jiholêrakirina destkeftiyên federe yên Başûrê Kurdistanê û pêkneanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê çi ji dest hat, kir û dike. Lê pir zelal e ku divê dewleta Tirkiyeyê, dest ji vê siyasetê berde û bi kurdên bakur, başûr û rojavayê re lihevkirî be, rêzê li mafên wan bigire.Özçelikî rewşa Herêma Kurdistanê jî nirxand û got digel hin pirsgirêk û kêmasiyan jî hilbijartina Başûr, diyardeya vî tiştiyê ku Herêma Kurdistanê li gorî welatên din ên Rojhilata Navîn, xwediyê taybetmendiyeke dewletbûnê ye, ji wan demokratîktir e ku pêkhateyên siyasî, fikrî, etnîk û olî giş beşdarî hilbijrtinê bûne û piraniya wan li parlamentoyê têne temsîlkirin. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê vê yekê baş binirxînin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 2018an, li gorî hilbijartinên 2013an a parlamentoyê û referandûma serxwebûnê kêmtir bûye û divê bi awayekî zanistî û maqûl sedemên kêmbûna beşdariyê baş bê nirxandin. Em weke PAK ji bo lidarxistina hilbijartinê gelê xwe pîroz dikin û ji bo weke partiya yekemîn bi ser ketiye em Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û partiya wan pîroz dikin.Li ser mijara hilbijartina serokomarê Iraqê jî Özçelik got diviyabû îradeya gelê Kurdistanê hemû partiyên siyasî biryar bidana ka kî wê bibe berbijêrê serokomariyê û diviyabû kurd bi yek namzetî li Bexdayê bûna, lê mixabin ev pêk nehat. Gava ku Kurd ne yekrêz bin, destên xêrnexwazan jî zêdetir dikevin nava meseleyê.Em bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi yekrêzî û bitifaq, li maf û destkeftiyên destûrî û federalî yên Herêma Kurdistanê û li encamên referandûma serxwebûnê xwedî derkevin.Mustafa Özçelik rewşa Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got rêya serkeftinê li Rojavayê Kurdistanê cîbicîkirina peymannameyên Dûhok û Hewlêrê bû lê mixabin ev pêk nehat. Heke rêveberiyeke hevpar a leşkerî, siyasî û aborî pêk bihata îro li hember Rûsya û Emerîkayê û li tevahiya cîhanê sekneke rasttir derketaba. Lê îro jî bo yekrêziyekê, bo sekneke neteweyî ne dereng e.Li ser Rojhilata Kurdistanê jî Özçelik, êrîşa li dijî baregehên HDK û PDKÎyê bibîr xist û Îranê şermezar kir û got: “Îran li aliyekî kurdan sêdar dike, li aliyekî ti maf û azadiya kurdan nas nake û li aliyekî jî êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Li Rojhilata Kurdistanê hewleke bo yekrêzîkirinê di nav partiyên kurdan de heye û divê bê domandin. Bi taybet siyaseta nû ya Amerîkayê ya li dijî Îranê pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Divê gelê kurd heta ji dest tê sûde ji vê pêvayoyê werbigirin ku girîngtirîn tişt bo vê yekê yekîtiya navxweyî ye.Mustafa Özçelik li ser Bakurê Kurdistanê jî bale kişand pêvajoya ku piştî 2015an destpê kir û got: “Dewleta Tirkiyê bi navê têkoşîna li dijî FETO û PKKê a rastî dixwaze dengê her aliyekî demokrat û azadîxwaz bibire ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lêpirsîn û dozan di derheqê mirovan de vedike, radyo, televîzyon, rojname, komele û saziyan digire. Pir zelal e ev yek çareseriyê nayîne, ev rêyên siyasî, demokratîk û sivîl ji holê radike.Mustafa Özçelik siyaseta hin partiyan jî rexne kir û got mixabin siyaseta ku nasnameya kurdî, mafê bidestxistina statuya kurd û Kurdistanê piştguh dike, derketiye pêş. Li ser têgihên wekî “welatê demokratîk, neteweya demokratîk, welatê hevpar û hwd.” siyaseta ‘yek welat, yek milet, yek ala û yek dewlet” didine meşandin. Em bi zelalî dibêjin siyaseta ku hebûn, nasname û mafê statuya siyasî ji bo Kurdistanê înkar dike nikare vê meseleyê çareser bike. Divê navê vê pirsgirêkê bê dayîn û bi wî awayî bê çareserkirin.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê