Cîhan
YE: Emê pişgiriya hukumeta nû ya Kurdistanê bikin
Di derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de Yekitiya Ewropa daxûyaniyek belav kir û ragihand ku hilbijartina derfetek pêkanî ku gel mafê xwe yê demokratik bi karbîne. Herweha YE eşkere kir ku ewê li gel hukumeta nû ya herêma Kurdistanê kar bikin û piştevaniya hukumetê bikin.YE di daxûyaniya xwe de ragihand ku ya giring ewbû ku hilbijartin di warek aram de pêk hatin û bi aşitîyane rêveçû.Pêwîste encam ji aliyê hemû partiyan ve werin pesendkirin.Herweha YE ragihand ku ewê bi hêz li herêma Kurdistanê bimînin û li gel hukumetê kar bikin.