Serokwezîr rolê Pêşmerge û hêzên çekdar ên Kurdistanê dinirxîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke berfereh ligel Pêşmerge, hêzên navxweyî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê encam da.Di civînê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de behsa rola ewlehiya Herêma Kurdistanê kir.Di wê derbarê de, destxweşî li Pêşmerge, hêzên navxweyî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir, ku bi qehremanî karîne berevaniyê li Kurdisatanê bikin û rê nedin aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê lawaz bibe, çi li bereyên şer û çi li parastina ewlehiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê. Ev jî bi cihê rêz, pêzanîn û serbilindiya hermû welatiyên Kurdistanê binav kir.Di beşeke din de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewl xewnekirina hêzên Asayiş û Polîs ji bo parastina ewlehiya Herêm û welatiyên Herêma Kurdistanê di dema hilmeta hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê ji çend hefteyên bûrî ve bilind nirxand.Herwiha hêvî xwast jî ku di rojên bê de û bi taybetî di rojên dengdana hilbijartina parlemantoya Kurdistanê de di roja 30î Êlonê de hema rola wan hebe û ewlehiyê û giyanên welatiyan bi giştî biparêzin.Nêçîrvan Barzanî bi pêwîstî zanî ku hemû alî hevkar bin û proseya dengdanê bi serkeftî bidawî bikin û bibe nimûneyek ji serkeftina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.