Polîtîk

Îdia:Destê Aras Cengî di êrîşa li ser partiyên Rojhilatî de hebûye!

Tê gotin ku destê endamekî malbata Talebanî di mûşekbarana kampên partiyên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê de hebûye!Roja 8 vê mehê pasdarên Îranê kampên PDKÎ û PDK yên li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê dan ber mûşekan. Di encama wê êrişa terorîstî de komek pêşmerge û endamên wan partiyên Rojhilatî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.Rojnamevanê Rojhilatî û peyamnêrê Dengê Amerîka Elî Cewanmerdî agahiyek nû li ser wê êrişê eşkere kiriye û gotiye, di wê êrişê de destê yek ji birazayên Talebanî bi navê Aras Cengî hebûye lê piştî êrişê çûye şîna partiyên Rojhilatî jî!Elî Cewanmerdî behsa rewşa tenduristiya hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed jî kiriye û gotiye, hevjîna Mam Celal gelekî nexweş e. Ew qasî nexweş e nikare biaxive jî.Wî rojnamevanê Rojhilatî ragihandiye, dê di salvegera referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de hinek belgeyên nû eşkere bike.

Back to top button