Polîtîk

Nêçîrvan Barzani li gel Elawî civiya

Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana xwe Bexdayê de li gel serokwezîrê Iraq û berpirsên partiyên siyasî û serokê Parlementoyê civîya. Nêçîrvan Barzanî di çerçova avakirina hukumeta nû de li Bexdayê hevdîtina dike.Li gora malpera hukumeta herêma Kurdistanê ragihandî Nêçşrvan Barzanî  li Bexdayê bi Serokê Lîstê Weteniye Eyad Elawî re civiya û her du aliyan tekezî li ser girîngiya prosesek siyasî ya tendurist li Iraqê kirin, ku bikare bi serkeftî serederiyê bi qonaxên dahatûyî yên Iraqê û astengiyan û pirsgirêkan re bike.Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî Ji aliyekî din ve Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Lîsta Fetih Hadî Amirî re civiya. Di hevdîtinê de her du aliyan proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û rêkarên destnîşankirina Serokomar û Serokwezîr gotûbêj kirin.Di civînê de her alî hevnerîn bûn li ser hevahengî û hevkariya di navbera aliyên Iraqî de û  parastina perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê di Iraqa dahatûyî de, ta bibe bersivdarê mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê û daxwazên wan ên aramî û ewlehiyê û xizmetguzariyê pêk bên.Duh Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Bexdayê û zincîreyeke civînan bi serkirdeyên Iraqê encam da, di wê çarçovê de bi awayekî cuda bi Cîgirê Serokomar Nûrî Malîkî, serokê qewareya Eta Falih Feyaz re civiya.
Back to top button