Polîtîk

Nebe xiyanet bê xelat kirin

Ji bo çi Behrem Saleh nabê ji behra Kurda bibe serokkomarê Iraqê?Ji berî her tiştekî Behrem Salih ji bo dema borî YNKê ew nekir berbijêrê serokkomariya Iraqê û dewsa wî de Fuat Mesûm bû serokkomar, Behrem ji YNKê veqetiya û di bin siha Nuri Malikî de partiyek din ava kir. Behrem Saleh kesekê ji klîka xiyanetê di nava YNKê de.Demek kin ji berî Referanduma serxwebûna Kurdistanê hevdîtinek di navbera Nuri Malikî serokwezîrê berê yê Iraqê û Berhem Salih de pêkhatîbû. Malikî di daxûyaniyek ya xwe de ji bo rojnama Şarq El Ewsat behsa vê hevdîtinê dike û dibêje: Ji bona ku em bikaribin Erbîl qontrol bikin, divê nefta Kerkük û sahayên din yên bîrên neftê bi hêza leşkerî bên kontrol kirin. Eger ev herêm ji kontrola Erbîl dernekevin, em nikarin pêşî li desthilatdarîya Erbil bigirin.Li Kurdistanê kesê pila yekem Malikî bewerî lê anî Behram Saleh e û ew ji bo rêgiriyê li pêşketina Kurdistanê bike bi karanî.Herweha Behrem Saleh di xiyaneta 16ê Oktoberê de serê meselê de bû rolê mezin jî ewî leyizt. Îro cardin bi taybetê daxwaziya Pavel Talabanî vegeriya nav YNKê û bû berbijêrê YNKê yê serokkomariye.Eger PDK jî berbijêriya Salih nepejirîne ew tu cara nikare bibe serokkomarê Iraqê. Lê niha PDK jî dide xûyakirin ku, dê berbijêrek wan hebê û di rojên pêşiya me de navê berbijêrê xwe eşkere dike.Kesê bi navê kurda herê Bexdayê mecbûre berjewendiyên Kurdistanê biparêze û divê dosya wî pakij be. Kesek aktorê xiyaneta 16ê Oktoberê nabê bibe serokkomarê Iraqê bi navê Kurda.Pejirandina berbijêriya Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê, ev dibe xelatkirina xiyanetê.

Back to top button