Îdia: Dicle naçê parlementoyê
Ihtimala ku Hatip Dicle neçê parlementoyê derket holê. Li gora nûçeyekî di medya Tirkî de, niha rewşa Hatip Dicle tê gengeşekirin û di vê derbarê de wê dezgeha bilind ya hilbijartina biryarê bide. Wek tê zanîn ji berî hilbijartina çend rojan cezayê ku Hatip Dicle girtî ji aliyê dadgeha bilind ve hate pesindkirin. Ev yek dikare bibe sedem ku Dicle ji girtigehê dernekeve û neçê parlementoyê.
Eger Dezgehê Bilind a Hilbijartina biryar bide ku Dicle neçê parlementoyê, hingê yan navê 6-ê yê di lîsteya Ak Partiyê yê de li Diyarbekir dikare herê parlementoyê, yan jî parlemento bi 549 parlementeran civîna xwe ya yekem pêktîne.
Wek tê zanîn Hatip dicle li Diyarbekir dengên herî zêde destxistibûn. Dicle li Diyarbekirê 77.709 deng girtibûn. Ji berî hilbijartinê dadgeha bilin cezayê Dicle yê salek û heşt mehî erê kirîbû.