Cîhan

Iraq çavderiya hilbijartinên Turkiye dike

Ferec Heyderî serokê komisiyona bilinda serbixwe ya hilbijartinên Iraqa federal di vê derbarê de bêjedaneka taybetî da PNA û ragiahnd, ku bi rêya balyozê Turkiye yê li Iraqê ve daxwaz ji komisiyona bilinda serbixwe ya Iraqê hatiye kirin da ku çavdêrîya prosesa hilbijartinên giştî yên Turkiye bike ku biryar weha ye di roja yekşembîya bê wate 12 vê heyvê bê encamdan.
 
Ferec Heyderî di vê derbarê de got: Me ew nav ji berpirsên komisiyona hilbijartinên Turkiye re şandine, ku me ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Turkiye dîyar kirine. Tenê em çaverê ne ku banghêşkirin bi awayekî fermî bigihêje destê me, da ku ew kesên me dîyar kirine sibê serdana Turkiye bikin û karê xwe dest pê bikin.
 
 
Nûçe: Sîna Kurdistanî

Back to top button