Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê peywendiya telefonî ya Serok Barzanî û wezîrê derve ya Amerikayê Mike Pompeo de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye gotubêj kirin.Li gora daxûyaniya wezereta derve ya Amerikayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiya telefonî de ragihandiye ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêvajoyeke Iraqî ye, ku divê li gor dema destûrî birêve biçe û rengdana daxwaza dengderên Iraqê bibe.Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê yekê kiriye ku Pompeo tekez kiriye ku Amerîka hêvî dike hikûmeteke bihêz bibîne ku hemû pêkhateyan li xwe bigre û xizmeta hemû xelkê Iraqê bike.Êvara çarşemê 29-08-2018an Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peywendiyeke telefonî bo Serok Mesûd Barzanî re encam da.Roja 14ê vê mehê jî, ji Mike Pompeo peywendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gihiştibû.
Pêş
05/06/2026
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
05/06/2026
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


