Cîhan

Trump Almanya û Tirkiye nêzik hev kir

Kovara Almani  Der Spiegel di derbarê rewşa Hukumeta Tirkî û Erdogan de nirxandinek kir û herweha di vê çerçovê de li gel berpirsek  yê AK Partiyê hevpeyvînek pêkanî.Der Spigel dide xûyakirin ku, Hukumeta Almanya rewşa Erdogan erênî nanirxîne, lê piştî helwesta Trump di derbarê Erdogan de, dîtina almanya jî hate guhertin.Li gora Kovarê, Erdogan hukumeta Almanya şibandibû Naziya û ji Tirkên li Almanya daxwaz kiribûn ku dengê xwe nedin partiya Demokratên Kristiyan (CDU) ji bo vê Almanya pişta xwe dabû Erdogan û hukumeta Tirkiye. Lê piştî serokê Amerikayê Trump dijê hukumeta Tirkî helwest girt, Almanya li himber Tirkiye nerm bû.Di nirxandina kovarê de dibêje ku, Trump Almanya û Tirkiye nêzik hev kir. Almanya dixwaze rastiya Trump ji bo her aliyekî bê zanîn.Wezîrên aboriya Tirkiye û Almanya dê civînekî pêkbînin. Ji berî vê civînê Almanya hewldide ku Tirkiye ji bo rewşa aborî alîkariyê ji dezgehê IMFê bixwaze. Lê berpirsek yê AK Partiyê ji Der Spiegel re gotiye ku, Erdogan hukumetê bibe îflasê jî serî li IMF nade.Li gora berpirsê AK Partiyê dayî xûyakirin, Erdogan kesek pragmatist e, ferman daye wezîrên xwe ku li dijê Almanya daxûyaniya nedin. Herweha Erdogan giringiyê dide Almanya dizanê ku bê Ewropa nabe.

Back to top button