Cîhan

Bolton: Divê Îran hemû hêzên xwe ji Suriye vekişîne

Rawêşkarê Serokê Amerikayê yê ewlehiya netewî John Bolton, da xûyakirin ku wan li ser pirsgirêka Idlibê li gel Rusya li hevnekiriye.Bolton dibêje ku, eger Suriye li Idlibê çekên kîmyavî bi karbîne emê bersivek tund bidin.Di bersiva pirsekî de Bolton got: Tişta ku me li Suriye dihêle, heyîna DAÎŞê ye. Dema pêvajoya tunekirina DAÎŞê dawî bê , hinek metirsiya me mayina hêzên Îranî li Suriye heye. Emê berjewendiyên Amerika li Suriye biparêzin.Bolton dide xûyakirin ku, dê rojên pêşiya me , eme bibînin ku ka çewe li gel aliyên din li hevdikin. Bolton dibêje: Mercek yê me gelek girîng heye ku, dive hemû hêzên Îranê vegerin welatê xwe.Rojnemevaneki di derbarê kriza li gel Tirkiye û girtina keşe Brunson pirsî. Bolton bersiva xwe de got: Tirkiye welateke ku di nava NATOyê de ye.  Tirkiye beşek ji Rojavaye. Bi girtin û ne azadkirina Keşe Brunson Tirkiye xetayek mezin dike. Dema Tirkiye Brunson azad bike, krîz di cih de çareser dibe. 

Back to top button