Kultur

Barzanî: Ez yek ji wan çil milyon Kurdan im ku bi wê serkeftina we kêfxweş bûm

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiyê li zanayê kurd Koçer Bîrkar dike û dibêje: Ez yek ji wan çil milyon Kurdan im ku bi wê serkeftina we gelek xweşhal bûm û şanaziyê pê  dikim û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.Koçer Bîrkar xelata Fields ya cîhanî ya warê matatîkê li roja 01.08.2018ê li Brazîlê wergirti û bi vê minasibetê wî got: Ez hêvîdar imev xelat bibe ciyê dilxweşiya 40 milyon kurdan.Koçer Bîrkar ji Rojhilata Kurdistanê ye xelkê bajarê Merîwan eTeksta peyama Serok BarzanîBirêz Kek Koçer BîrkarBi xweşhaliyekî zêde ve min nûçeya wê serkeftina mezin bihîst ku cenabê we li warekî girîng û zehmet yê zanistî ya wekî bîrkarî (matmatik) da bi dest anî.Bêguman hêviya we pêkhat û ew serkeftina we dilê hemû gelê Kurd xweş dike û ez yek ji wan çil milyon Kurdim ku bi wê serkeftina we gelek xweşhal bûm û şanaziyê pê ve dikim û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.Gelek cihê xweşhaliye ku xort û lawekî Kurd dikarê li warê zanistî da pêşbirkê li gel zanayên cîhanê bike û xelata navdewletî werbigrê. Hêvîdarim Kek Koçer bibê sermeşq û mînakeke bilind ji bo xortên me û hewl bidin wekî Kekê Koçer serkeftinê li warê xwendin û zanistê da navê gelê xwe bilind rabigrin.Mesûd Barzanî02.08.2018

Back to top button