Divê şirîkatiyek rasteqênî li gel Iraqê hebê
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Spî ya Amerîka ligel Cîgira Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî Mira Ricardel bo guftûgokirina hejmarek pirsan civiya.Mesrûr Barzanî û Mira Ricardel tekezî li ser temamkirina şerê li dijî DAIŞê û berdewamiya hevbeşiya ligel hêzên Kurdî û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka kirin.Derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de, Mesrûr Barzanî diyar kir, çavê Herêma Kurdistanê li beşdarîkirina di hikûmetekê de ye, ku binemaya yekrêzî, hevsengî û şeraketa resteqînê tê de parastî be, ev jî wek daxwazeke gelê Kurdistanê ye û bi piştbestin bi destûrê ye.Herwiha Mesrûr Barzanî û Mira Ricardel behsa piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê bo koçberan bi giştî û Xiristiyanan û Êzidiyan bi taybetî kirin, ku ji ber ne aramiya rewşa navçeyên wan berên xwe dane Herêma Kurdistanê.