Polîtîk

Konsulê nû yê Amerîkayê serdana Serokwezîr dike

Ken Gross Konsulê giştiyê yê  berê yê Amerîkayê û Steve Wagn  Konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, roja 23.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Di civînekê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê hat kirin û Ken Gross sipasiya hevkarî û hêsankariyên hikûmeta Herêma Kurdistanêkir ku di nava du salên borî de pê re kirye kir û hêvî xwest bi heman awayî hêsankarî û hevkariyê bi konsulê nû re jî berdema bikin.Şandeya mêvan hêvî xwest têkeliyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê di hemû waran de zêdetir pêşde biçin û berheviya xwe nîşan da ku nuha û li paşerojê jî piştevaniya pirosesa siyasî li Îraq û Kurdistanê bikin.Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Ken Gross kubsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê, di wê wezîfeya nû werdigire de serkeftî be û kar û xebatên wî yên du salan  li Herêma Kurdistanê ku, salên pir dijwar bûn, bilind nirxandin. Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê dê li ser pêşxistina têkeliyên xwe bi Amerîkayê re berdewam be û dê hemû hevkarî û hêsankariyan jî ji konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê re bike.Têkeliyên nvabera Hewlêr û Bexda  rewşa aloza başûrê Îraqê û rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê di civînê de haitn gotûbêj kirin. 

Back to top button