CîhanPolîtîk

Pêwendiyên Kurdistan û Çînê berfeh dibin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.07.2018ê li bajarê Hewlêrê pêwazî li Konsulê giştî yê nû yê Komara Çînê û şnadeya pê re  kir û pê re civiya.Konsulê nû yê Çînê sipasiya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi wî  re hevkar û hevaheng in  û hêsankariyê ji birêveçûna xebat û çalakiyê wî re dikin. Wî got ku ew dê lêbixebite  ku têkeliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê siyaysî, bazirganî, rewşenbîrî û zanistî de pêşde bibe û şirket û kompaniyên çînî teşwîq bike ku li Herêma Kudistanê di sektorên cuda de dermayerazandinê bikin.Nêçîrvan Barzanî tevî pîrozbahiyan, hêvî xwest ku konsulê nû yê Komara Çînê di ka rû çalakiyên xwe de serkeftî be û xwesteke hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan de ku dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Komara Çînê re berfirehtir bike.Serowkezîrê got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye pêşwaziyê li şirket û kompaniyên çînê bike ku sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê bikin û kompaniyên çînê dikairn roleke ber bi çav di warên înfrastruktura, baziragnî û berhemanînî de bilîzin bi taybetî ku şerê li dijî DAÎŞê bi dawî hatiye û ji bona sermayerazandinê derfetên minasib hene.Rewşa siyasî û emnî ya herêmî bi giştî û ya Îraqê bi tyabetî di civnê de hat gotûbêj kirin. 

Back to top button