Egîd: Pirsa Kurd li Sûriyê siyasî ye ne leşkerî
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dê seredana Fransayê bike û ligel berpirsên wezareta derve ya wî welatî bicive.Nûnerê ENKSê di desteya danûstandinkar a opozisyona Sûriyê de, Hewas Egîd beşdarî Bultena saet 19:00an a Rûdaw TV a taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê çend mijarên têkildarî rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê û krîza Sûriyê de axivî.Hewas Egîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir, ku di demeke nêzîk de dê serdana şanda ENKSê bo Fransayê were encamdan û di wê serdanê de dê şanda ENKSê bi rayedarên wezareta derve ya Fransayê re bicive.Hewas Egîd herwiha behsa civênên vê dawiyê yên opozisyona Sûriyê li Riyadê kir û got, ku daxwazên wan li ser bingeha daxuyaniya Riyad-2 ne, ku wê demê ENKSê tekezî li ser 5 xalan kiribû, ku divê di destûra siberojê ya Sûriyê de ew xal werin danîn.Egîd amaje bi pirsa Kurd weke yek ji girîngtirîn pirsên Sûriyê kir û diyar kir, ku pirsa Kurd li Sûriyê, pirseke siyasî ye ne leşkerî.Nûnerê ENKSê di desteya danûstandinkar a opozisyona Sûriyê de li ser vê mijarê wiha berdewamî da axavtina xwe: “Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê li hemû cihên Rojava û li her gundekî wê heye û çalakiyan dike. Ji bilî ENKSê ti kesek din bi gelleke din re jibo pirsa Kurd danûstandinên siyasî encam nedaye.Em ne tenê jibo kurdan, lê belê ji bo tevahiya Sûriyê, federaliyê dixwazin. Awayekê federalîzmek ku ne ereb û ne jî kurd bi tena serê xwe cîbicî nakin. Federalîzmek ku tenê herêmên kurdî li xwe bigre, dê kêmas bimîne. Pêwîst e ku Sûriye bibe dewleteke federalî.Mesela federalîzmê tenê meselya kurdan nîne, lê belê pêwendî bi hemû Sûriyê ve heye. Me bi opozisyona Sûriyê re li ser wê yekê ku desthilateke navendî qebûl nekin, nêrîneke hevbeş heye.”Hewas Egîd tekez kir, ku jibo ENKS gelek giring e ku di destûra nû ya Sûriyê de mafên gelê Kurd werin garantîkirin.