Polîtîk

HDP bi dengê kurda çepên Tirk tetmin dike

Piştî hilbijartina li ser rewşa HDPê nirxandin têne kirin. Di van nirxandinan de tê xûyakirin ku hêdî HDP di rewşek din de siyasetê dike û HDP çikas diçe ji Kurda û pirsa kurd dûr dikeve behtir wek di serî de jî kirîn armanc, dibe partiyek ya Tirkiye. Hinek ji HDPê bi vê yekê keyfxweşin û vê wek serkeftinekî dibînin. Lê kesên ku dijê vê jî dîtina didin kifşkirin di nava HDPê de hene.HDPê dengên xwe li piraniya bajarên Kurdistanê winda kirin û li bajarên Tirkiye zêde kirin.HDPê li deverên wek, Şirnex, Hakarî, Mêrdîn, Igdir, Mûş, Sêrt, Bilîs, Wan û Diyarbekirê deng kêm kirin û li himber vê yekê li Tirkiye deverên wek,  Antakya, Izmîr, Artvin, Stanbul, Mugla, Aydin, Enqere û Mêrsînê dengê xwe zêde kirin.Ji aliyek din hinek pispor dibêjin ku, HDP ji xwe partiyek ya Tirkiye ye, di serî de armanca HDPê eve. Lê HDP vê yekê bi dengê kurda dike û li gel hinek aliyên marjinal yên çepa dibe partiyek ya Tirkiyeyê.Herweha li ser berbijêriya Demirtaş ji bo serokkomariyê jî gelek gotubêj hene. Dibêjin HDPê dizaniya Demirtaş nabe serokkomar, ji bo çi ew nekirin parlementer û ji bo serokkomariyê kirin berbijêr? Ev yek di nava HDPê de bûye pirsgirêk û tê gotin ku , ji bo jiyana Demirtaş a siyasî dawî bê ev yek kirin.Pisporên siyasî dibêjin, Demirtaş ne bi daxwaziya xwe ji hevserokiya HDPê xwe da aliyekî, Demirtaş bi berbijêriya serokkomariye da xûyakirin  ku, ew hêja heye û ne ji derê siyasetê ye.Herweha ji aliyek din profila parlementerên HDPê yên vê care jî gelek guhertiye gelek kesayetên ji çepên Tirka bûne parlementer û kurdên hatin hilbijartin jî piraniya wan ji kurditîyê gelektir xwe çep dibînin.Gotina dawî ew ku, HDP heta ku girêdayê Qendil siyasetê bike û bi sere xwe û îrada xwe ne xwedî biryar be, tu cara gavekî rast navêje. Dê her bi dengê kurda çepên Tirk bêne tetmin kirin û ewê di parlementoya de ji bilî pirsgirêka kurda behsa her tiştekî din bikin. 

Back to top button