Polîtîk

Hevserokê çepê Kemalist li Wanê bû berbijêr

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê partiyan listeyên xwe yên berbijêrên parlementoya radestî Dezgehê Bilind ê Hilbijartina kirin. Di 26ê Gulanê listeyên dawî di rojnama fermi de têne ragihandin.HDPê du hevserokên xwe li cihê cuda kirin berbijêr. Pervin Buldan li Stanbulê û Sezai Temelli jî li Wanê kirin berbijêr.Bê guman her partiyekî li gora mercên xwe berbijêrên xwe li cihên cuda dane nîşandan. Lê ji bo çi HDPê Sezaî Temelli li deverek wek Wanê kir berbijêrê parlementoyê balkêşe. Ji berî her tiştekî ew ne kurde û ne jî ji Kurdistanêye. Temelli kesayete li dijê mafên netewî yê kurdaye û gotina Kurdistanî ji bo wî tehle.Ji bo vê yekê jî gunehe ku Temelli bi dengê kurda herê parlementoya Tirkiye. HDP vê yekê bi zanebûn dike. Lê di rastiya xwe de xelkê Kurdistanê jî ji bo çi deng didin kandidatên HDPê ew bi xwe jî nizanin.

Back to top button