Cîhan

Amerika siyaseta xwe ya li dijê Îranê eşkere kir

Mike Pompeo li Saziye Heritage gotara xwe pêşkêş kir û  ragihand: “Em êdî rê bi serkirdeyên îranî nadin ku çavkaniyên darayî qorix bikin, em êdî rê nadin mûşekên Îranê li Riyaz û bilindahiyên Gulanê bikevne xwarê. Em êdî rê bi xirab bi kar anîna desthilatê ji aliyê Îranê ve nadin.”Pompeo derbarê rêkevtina etomî ya Îranê de jî got: “Rêkevtina etomî ji ber kêmasiyên wê, cîhan xiste nav metirsiyê, herwiha bi van nêzîkan me bi rêya zanyariyên istixbaratî yên Îsraîlê, me dît ku Îran bi salan e ku hewl dide bernameya etomî bi dest bîne. Îran bi bîr û bawereke xirab di rêkevtinê de mabû, heta îro jî Îran di vê bareyê de derewan dike.”Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Rêkevtin nebû sedem ku Îranê ji gihîştina bi berhemanîna mûşekên balistîk rawestîne, ku herî dawî dibe ku kumukên etomî li ser were danîn. Rêxistina Enerjiya Etomî ya Cîhanî rê da Îranê ku wan pereyên ku bi sedema rêkevtinê digihîje destê wê, ji bo vejandina aboriya welat bi kar bîne, lê belê rejîmê piştre red kir, ku vî karî bike.”Mike Pompeo da zanîn, ku gerek Îran destêwerdanên xwe di welatên navçeyê de rawestîne û piştgiriyê nede girûpên terorîstî yên weke Hizbullah, Hemas, Talîban û Hûsiyan û herwiha serweriya Iraqê jî binpê neke.Wezîrê Derve yê Amerîka di gotara xwe de 2 bijarde xistin ber destê Îranê, ku yan wan mercên Amerîkayê qebûl bike û bikeve gotûbêjan, yan dê tundtirîn dorpêçên di dîrokê de bi ser Îranê de bihêne sepandin.Li gorî Pompeo daxwaziyên Amerîka ji Îranê ev in:1 – Nabe programa xwe ya atomî bo mebestên leşkerî bikar bîne.2 – Dest ji meyandina Yoraniyomê berde.3 – Çavdêrên navdewletî bikarin serdana tevahiya navendên atomî yên Îranê bikin.4 – Dest ji sîstema mûşekên balistîk berde.5 – Hemû girtiyên Amerîkî azad bike.6 – Alîkariya milîslên navçeyê neke.7 – Rêz li serweriya hikumeta Iraqê bigre.8 – Rê bide Iraqê milîsên çekdar hilweşîne.9 – Dest ji piştevanîkirina Husiyan berde.10 – Hêzên xwe li Sûriyê vekêşîne.11- Alîkariya grûpa Talîban neke.12 – Parêzgariyê ji berpirsên El-Qayîde neke.13 – Alîkariyên xwe bo grûpên çekdar bidawî bîne.14 – Gefan li welatên cîran neke  Rûdaw

Back to top button