
Mexseda vê xebatê; bi awayeke giştî bîrxistina rola Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî di nav tevgera sîyasî û civakî ya Kurdistanê de, bi taybetî jî xebata Celadet û Kamiran Bedirxan a di navbera salên 1913-1923yan de ye.Emîn Alî Bedirxan, kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji alîyê Dewleta Osmanî ve tête destgîrkirin û wî bi tevî hemû endamên malbatê, rêdikin Stenbolê. Mîr Bedirxan şeş meh li Stenbolê girtî dimîne, paşê biryara sirgûnkirina wî tête derxistin û wan bi tevî hemû endamên malbatê sirgûnê girava Girîdê dikin.Mihemed Emîn Alî Bedirxan ê lawê Mîr Bedirxan, di sala 1851ê de li Girîdê ji dayik bûye. Dema zaroktîya wî, li giravên koçberîyê de derbas bûye. Perwerdeyîya hiquqê dîtîye û di wîlayetên cûr bi cûr ên dewleta Osmanî de dozgerî û dadgerî kirîye.Heşt Zarokên Mihemed Emîn Beg Çêbûne: Ahmed Sureyya, Celadet, Kamiran, Tevfîk, Hîkmet, Safder, Mezîyet û Bedirxan.Celadet Bedirxan (1893-1951)Celadet Alî Bedirxan, di 26ê Nîsana 1893ê de li Stenbolê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî li bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Konya, Anqera, Isparta û Edirneyê kar kirîye, li van bajaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya seretayî û navendî li van deran temam kir û paşê bû xwendevanê Mekteba Sultanî (Lîseya Galatasara ya îroyîn) ya Stenbolê û sala 1906ê ji ber dubare fermana sirgûnkirina Bedirxanîyan, ji mektebê hate derxistin.Celadet Bedirxan û birayê wî Kamiran Bedirxan, bêtir bi xebatên xwe yên li ser ziman û kultura kurdî têne nasîn. Ev îmaja wan, ji ber xebatên dîplomatîk û kulturî yên piştî rawestandin û cûdabûna ji Xoybûnê ye. Salên sereke yên ciwanîyê ne têde, ji salên 1918an bigire hetanî 1932an, giranîya xebat û pirranîya mesayîya wan li ser sîyaset û rêxistinbûnê bûye. Di vê xebatê de, bi giranî li ser deh salên sereke yên wê têkoşînê; dema navbera salên 1913-1923an hatîye lêkolîn û di vê navberê de jî bêtir li ser nivîsên wan ên di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û İctihada Abdulah Cewdet de hatîye rawestandin.Destpêka nivîskarîyê1- Pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü (1913) [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin, Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamiran Bedirxan jî hijdeh salî ye.”2- Çîroka bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî] ya Celadet Bedirxan, di sala 1913an de hatîye nivisîn, lêbelê di sala 1916an de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve hatîye çapkirin.3- Rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehitleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Sereke yên Balafirvanîya Osmanî], ji alîyê Celadet û Kamiran ve di sala1916an de hatîye nivîsandin.Celadet Bedirxan û rojnameya SerbestîSala 1918yê ku rojnameya Serbestî ji nû ve dest bi weşanê kir Celadet Bedirxan, bû edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Herweha Celadet û Kamiran jî endamên CTKê bûn.Serbestî, ji salên 1918yê şûn ve wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistanji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaleakirin…ji xeynê Serbestî, her du birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Türkçe İstanbulê de jî nivîsandine. Ji xeynî nivîsên van herdu rojnameyan, sê nivîsên Kamiran Bedirxan jî di Îctihada Abdullah Cevdet de hatine belavkirin.Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.– Kürdler ve İttihat (İTC) Siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê]– Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Kürd Memurlar[Kurd û Kurdistan: Memurên Kurd ji Kurdistanê re]– Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Doğru-2[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2]– Kürdler ve Kürdistan-3[Kurd û Kurdistan-3]– Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq[Kurd û Kurdistan: Îttifaq di nav Kurdan de]– Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı-Zîn û Mem-I[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-I]– Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı: Zin ve Mem-2[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-2]Di nav rûpelên rojnameya Türkçe Istanbul de jî ev nivîsên wî ahtine çapkirin:– Zabıtanın Terfihi [Terfîhkirina Zabîtan]– Develer [Hêştir]– Geçit [Bihûr]– Borazanın Kurşunu [Guleyê Borîjen]Kamiran Bedirxan (1895-1978)Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û nevîyê Mîr Bedirxan e. di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbol ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî jî li Stenbolê xelas kirîye.Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî Ridvan Paşa (24ê Adara 1906) carekî din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwendevanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê, bi tevî kekê xwe yê Celadet û hemû zarokên Bedirxanîyan ji alîyê polîsan ve hatîye destgîrkirin. Ew, derxistin û birina zarokên Bedirxanîyan ji dibistanê weha tîne ziman:…Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigerîya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsîyam, qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm, lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar… Polîsê ku ez birim di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind got ‘Beraz!’…Ji xeynî salên nefîkirinê, piranîya jîyana zaroktî û ciwanîya her du lawên Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi rizamendîya xwe di 17 salîyê de tevlî Şerê Balkan bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikiryata Osmanîparêzî û Îslamîparêzîyê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wan ên wê demê de bi zelalî xuya dibe.Destpêka nivîskarî û berhemên serekeYekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edirneyê] ye û di Hezîrana sala 1913yê de li Stenbolê hatîye nivîsandin.“Li paş bergê vê pirtûkê, behsa hinek xebatên din ên birayên Bedirxanî tête kirin, lêbelê em nizanin ku ew xebatên wan hatine çapkirin yan na. Ew heşt pirtûkên ku navê wan hatîye lêkirin, wekî li jêrê hatine nivîsandin û rêzkirin:1. Dindaşlarımıza [Ji Hemdînên Me re];Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan2. Saltanat-i Edebiyye [Seltenatê Edebîye]; çar cild e,Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan3. Hacle [Jûra Bûkê]; du cilde e, Kamiran Bedirxan4. Kadının Vazife-i İctimaiyyesi [Wezîfeya Civakî ya Jinan], nivîskara wê, Madam Anna Lamperber e û ji alîyê Sureyya Bedirxan ve hatîye tercumekirin.5. Felaketler Karşısında Milli İnfialler [Înfîalên Mîllî li Hemberê Bextreşîyan], Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan6. Kurd Aziziye Hükümeti [Hikumeta Kurdî ya Azîzî], Sureyya Bedirxan û Kamiran Bedirxan7. Muhasara Kıvılcımları [Çirûskên Dorpêçkirinê], Celadet Bedirxan8. Paris Sen Muhakemesinde Otomobilli Caniler[Kûjerên bi Otomobîl di Muhakemeya Sen a Parîsê de], Sureyya Bedirxan”Pirtûka Tanîn-î Herb; “Di dema Şerê Yekem ê Cîhanê de, di sala 1916an de wek broşorek bi navê Tanin-i Herb ji alîyê Kamiran Bedirxan ve hatîye nivîsandin û di naveroka wê de, helbestên ku cesaret û moralê bidin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmanîyetîyê bidin hene.”


