Polîtîk

Divê xelkê Efrînê vegerin malên xwe

Komîta Navendî ya PDKSê li Hewlêr civîna xwe kir, piştî civînê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî hate belav kirin. Di cîvînê de li ser rewşa Efrinê hatiye sekinandin û di daxûyaniyê de PDKS daxwaz ji xelkê Efrînê dike ku , ewên ji ber êrîşên Tirkiye ji Efrînê deketîn bila vegerin malên xwe. Herwiha PDKS daxwaz ji endam û alîgirên xwe yên li Efrînê kir ku di vê rewşa awarte de li aliyê gelê xwe rawestin û alîkariya wan bikin.Babetê pêkanîna kongreya partiyê di civînê de hate guftûgokirin û çend komîte ji bo amadekirin belgeyan, mîkanîzmên kar û serxistina kongire jî ava kirine.Serokatiya PDKSê di daxuyaniya xwe behsa siyasetasiyaseta PYDê û girtiyên siyasî kir û ragihand, “Spasiya endam û hevalên xwe dikin, ku siyasetên PYDê yên serkotkirinê ji revandin, girtin û qedexekirina karê siyasî û camewerî tehemul dikin.”PDK-Sê li ser rewşa Sûriyê jî diyar kir, Sûriye bûye meydana milmilaneya navdewletî û dabeşkirina hejmûnan di navbera Amerîka û Rûsya de, ku ev araste jî ber bi dabeşbûna Sûriyê diçe û rengvedana wê yekê jî li rewşa gelê Kurd dibe.PDK-S dibîne, çareserkirina tekane ya krîza Sûriyê di wê yekê de dibe, ku hemû alî pabendî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên (2118 û 2254) û biryarên pê ve girêdayî, bi taybet jî şanda opozîsyona Sûriyê li kongreya Riyaza 2 hate yekxistin û Desteya Danûstandkar a ji hemû aliyên opozîsyona Sûriyê hate damezrandin.

Back to top button