Nivîsar

Di nebûna siyasetê de kurd rastî kirîzê hatine

Pendeke tirkan a xweş heye, dibên “eger tiştekî te li yekî be, bê guman dide te, lê bi şertê ku tu bizanibî çawa jê bixwazî.” Mixabin li Kurdistanê, û rewşa ku niha welatî tê de derbas dibin, halek hatiye holê ku aliyekî wê ji pirsiyara “kê çi dixwaze?” pêk tê, eger te zanî jî çi dixwazî”çawa dixwazî?”. Bi baweriya min, çavkaniya tevahiya kirîzên niha di van herdû pirsan de ye. Her çiqasî opozîsyon dibêje em dizanin çi dixwazin, lê di rastiyê de eger em bêjin opozîsyon dizane çi dixwaze jî, piştrast im ku ew “nizanin çawa bixwazin.”

Opozîsyon û desthilat li Kurdistanê xelk ji guherîna siyasî û aborî hêvî bir kirine. Ji alîkî desthilat bost bi bost ji Kurdistanê bi her awakî hewl dide dengê nerazîbûnê di gewiriyan de bixeniqîne û ji alîkî din ve jî kesên ku xwe dabûn destê opozîsyonê û hêviya wan pê hebû, êdî hêvî bir dibin. Ev jî vedigere wê yekê ku hinek kesên rojekê ji rojan avakerên rewşa niha bûn, li gor wan di çavşikênandinekê de û bi darekî sihirbazî dikarin Kurdistanê bikin Şama Şerîf.
Vêce di vê navberê de milletek hatiye sergêjkirin û nizane baweriyê bi çi bîne. Dost û nasyarên min ku tên mala min û dibînin berê xwe didim kanalên kurdî dibên “Gidî biguhere, biguhêze ser sataliteke din, em bêzar bûne, ji xwe kerihîne!” Ev pisîkolojiya beşê herî zêde yê takekesên vê civakê ye ku siyaset li ber çavê wan ewqasî kirêt bûye, êdî ne amade ne lê binerin jî. Her kes behsa siyasetê dike û hemû bûne siyasetvan, di demekê de ku niha Kurdistan ji ber nebûna siyasetê dinale.

Îro pêdiviya me bi siyasetê heye, lê amadebûna siyasetê nemaye. Ev tecrubeya me ya niha îspat kir ku kurd ji siyasetê fam nakin. Berê di hevrikiyeke leşkerî ya xwînrij de bûn ligel rêjîman, lê ku niha bi xwe bûne rêjîm, serê wan gêj bûye. Ji alîkî, opozîsyonek dirust bûye ku bi xwe ji hinavê desthilatê hatiye der û dijî rabirdûya xwe derketiye û navê vê hevrikiya xwe kiriye aştiyane, lê lojîka wê ne aştiyane ye. Gava mirov berê xwe dide mêkanîzmên wan bo guherîna siyasî û reforma dibîne tiştên wisa hatine pêşkêşkirina ku tenê bi derbeyeke leşkerî yan serhildana gel tên kirin, eger na bi ti riyeke aştiyane ya din di van rewşan de pêkanîna wan dijwar e. Ti riyek bo siyasetê nehatiye hiştin.

Em kurd ji ber ku qet nebûne dewlet ji kevneşopiyên siyaset û dewletdariyê bêpar in. Berî zêdeyî sed salî Emîr Kebîr ku nûnerê dewleta Qacarî bû bo diyalogê ligel Tirkên Osmanî, 3 salan bi timamî li Erzerumê ma, nexweş ket, hewldana terora wî hat kirin, lê di dawî de karî beyannameyekê rêk bixe ku di berjewendiya Îranê de be. Ev deyaxî û bihnfirehî di kîjan siyasetvanê Kurdistanê de heye?! Reform xwesteka piraniya xelkê Kurdistanê ye, lê çawa? Dibe ku pirsa min bêtir ji opozîsyonê be û vê yekê jî weke mafê xwe dibînim, ji ber ku desthilat li seranserê dinyayê heye û hergav jî çewitiyan dike û hewl dide wan binuximîne, lê erkê opozîsyonê ye wan rast bike.

Loma hêviya xelkê bi opozîsyonê heye ku jiyana wan baştir bike, lê erê eger opozîsyon nizanibe bibe opozîsyon? Ez vê pirsê ji opozîsyonê dikim, eger ew îro li ser desthilatê bûna, gelo şertên opozîsyona xwe dipejirand?! Gelo bi wê hêsaniyê amade bû daxwazên wan qebûl bikin, gelo wê guhdarî li rewşanbîran bikira?

Vê kirîza niha xelk xistiye gumanê ji wê ka gelo bi rastî siyasetmedarên kurdan hene? Gelo tiştek bi navê qada siyasî li Kurdistanê heye? Ev pirsên pir ciddî ne ku xelk dikin. Loma bi baweriya min opozîsyon di pêşkêşkirina daxwazên xelkê de biserneketiye. Ev berî ku berpirsiyaretiya dîrokî be bo desthilatê, berpirsiyeke exlaqî ye jî bo opozîsyonê û dikare herçî zûtir kanala xetimî ya siyasetê veke, hingî jî dikare her reformekê ku ji 25ê Tîrmeha 2009an ve hatibe kirin û ewê ku tê kirin jî bike malê xwe. (Rûdaw)

Back to top button