Cîhan

Li Sûrî rewş dijwar dibe

Li Sûrî tundiya hêzên çekdarên dewletê li dijî xwepêşandana gelek dijwarî berdewam e. Di van du mehan de zêdeyî 800 kes ji aliyê hêzên ewledariya Sûrî ve hatine kuştin û herweha zêdeyî 10 hezar insan jî hatine girtin.

Doh jî gelek bajarên Sûrî xwepêşandan berdewam bûn û hêzên dewletê 22 kes kuştin. Li gora agahdariyên madya cîhanî leşkerên Sûrî bi tankan cardin ketin bajarê Derea yê ku serkaniya xwepêşandana li Sûriye. Herweha leşkeran bi çeken giran dora bajarê Humusê girtin û bi seetan bajar dan ber topan û piştre leşker ketin nava bajêr. Di rastiya xwe de hijmara kuştî û birîndaran naye zanîn.

Li ser bûyerên li Sûrî Amerîka û YE heja tu helwestên ku rejima Sûrî bisekinîne negirtine. Lê niha Amerîka xwe amade dike, bi daxuyaniyekî ragihinê ku bila Bişar Esad ji dev desthilatê berde. Ev daxuyanî ji aliyê Amerîka ve bête kirin, rewşa Sûrî dikeve pêvajoyek din de û ev yek dikare bi berdewambûna xwepêşandana dawiya rejîma Esad bîne. Niha çavê cîhanê li daxuyanî û helwesta Amerîkaye.

Back to top button