Mirov li Efrîqa jî behsa xiyanetê bike, Lahor Cengî welê têdigihê kubehsa wî tê kirin. Ji ber ku ew gelek baş dizane wî çi kiriye…Endamê rêveberiya PDKê Eli Ewnî bersiva Lahor Cengî da. Cengi yek ji rêveberên gruba xiyaneta 16ê cotmehê ye û eşkera kir ew xiyanet bo demekê ji Lahor Cengî re maye.Piştî ku roja 26.04.2018ê Mesrûr Barzanî di gotareke xwe ya helmeta piştevaniya xwandekaran û ciwanên PDKê aşkera kir, ji ber xiyaneta çend kes û aliyekê encamên referandûmê bicîh nehatin û Kerkûk û navçeyên din ji dest çû. Herwaha bê ku navê ti kes û aliyekê bîne gotara xwe pêşkeş kir, lê Lahor Cengî ku yek ji rêveberên xiyaneta 16ê cotmehê ye, herçend navê wî jî nehate anîn bi tundî bersiv da û bê ku belge, video, wêne û dokomentên heyî, ku hebûna wan a di wê xiyanetê de aşkera ye û îspat dike, PDK wek sedemê radest kirina Kerkûkê tometbar kir.Li hember vê yekê endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, xelk agahdar e û derewên Lahor Cengî jî kes naxape.Herwaha got: ‘’Girte videoyên wî bi xwe hene ku dibêje ‘’Belê min xeletî kir û ji ber vê xeletiyê me Kerkûk ji dest da. Ez naha amade me yekitiya nav mala kurd biparêzim ku navmala me jî ji dest neçe.’’ Herwaha gotinên birayê wî Aras û Pavel Talabanî ku hatin ser televîzyonê û gotin îmzaya 40 endamên rêveberiya YNKê di dest me de heye ku me bi hevre biryar daye ku Kerkûkê em radestî Heşdî Şeibî bikin. Beyanameya Kosret Resûl û Mela Bextiyar heye ku dibêjin ew kesane beredayiyên siyasî û nefam in. Ev hemû gotinên wan bixwe ne.’’Li gor baweriya rêveberiya PDKê, ji sala 1946ê ve ‘’kevirê bingehê xiyanetê yê malbata wan daniye, piştre Seddam Husên bi wê zorbeyî û taqedilaweriya xwe naçar bû bikeve danûstan û dialogê û hat li gel Barzaniyê nemir guftûgo kir û rêkeftina 11ê Adarê îmza kirin. Xiyanetkar li ti cîhekê hesab bo wan nayê kirin. Û got: ‘’Wan Kerkûk firot, dubare ku danûstan destpê kir, li gel hec kirin û ziyaretên aliyan bo gel Ebadî û daxwazên wan ên hilweşandina hikûmeta herêma Kurdistanê jî, lê ti hesabek bo wan nekir û dizanî PDK ne hêzeke ku bê piştguh kirin.’’Elî Ewnî got, ‘’Wan dest û tiliyên jinan ji ber zêr birî û sipaha pasdaran anîn ser Hizba Demokrata Îranê.’’Elî Ewnî got, Mesrûr Barzanî di gotara xwe de navê ti kesê neanî, lê gotineke pêşiyan a kurdî heye ‘’Dibêje dar rake û bilind bike dê diz diyare’’ û got: ‘’Naha eger behsa xiyanetê di tevgera rizgarîxwaziya Efrîqa jî mirov bike, Lahor Cengî wisa dê têbigehe ku behsa wî tê kirin. Ji ber dizane çikiriye. Ji ber ku xiyanet wek mîratekê ji sala 1966ê ve bo demekê bo wan maye’’
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close