Piştî xiyaneta Kerkûkê bi giştî dîtina kurdan
Piştî xiyaneta zarûyên Celal Telebanî ku li ser Kerkûkê eşkere hate kirin, piraniya Kurdên cîhanê, bi awayekî pir zêde aciz bûne û bêzî ji malbata Telebanî dikin.
Li ser xayintiya wan gelek nivîs û helbest hatine weşandin û xasma li Facebookê belav bûne.
Di lêkolîneke berfireh de derket holê ku bi piranî Kurdê Bakûr û yên li seranserê Tirkiyê, pir zêde bi xiyaneta Kerkûkê êşiyane.
Bi êşandineke wisa her ku diçe, êş zêdetir dibe û nefreteke mezin ji hemû Kurdên Soranî tê kirin.
Metirsiya mezin ev e ku dijminatiyeke kûr û dûr jî têkeve navbera Kurdan û yên li herêma Soranê.
Heta dîtineke wisa di nava Kurdan de belav bûye û dibêjin: ”Eger ji Hewlêrê wirde hemû têkevin deryayê û bixeniqin jî, divê kes wan dernexîne.”
Herweha piraniya Kurdan dibêjin: ”Eger ew xayin sezayê xwe nebînin, êdî baweriya Kurdan bi siyasetên dî jî nayê.”
Ji vê zêdetir, eger ew xayin bê seza bibînin, wê di pêş de rê vebe ku pir kesên dî jî, eynî xiyanet bikin.
Bi hêviya ku umîd û baweriya Neteweyê Kurd nerûxin…
24.04.2018
Zeynelabidin Zinar